Li hember komkujiya li dijî Elewiyan nerazîbûn

Tevgera Qizilbaşan a Şoreşger, komkujiya çeteyên cîhadîst ku li nêzî sînorê Hatayê li hember gundên Elewiyan pêk anîn şermezar kir.

Tevgera Qizilbaşan a Şoreşger, komkujiya çeteyên cîhadîst ku li nêzî sînorê Hatayê li hember gundên Elewiyan pêk anîn şermezar kir.

Endamên Tevgera Qizilbaşan  a Şoreşger, li Qada Kalkedon a Kadkoy hatin gel hev, wêneyên komkujiyê hilgirtin. Pankarta, “Ji bo lanetkirina komkujiyê deng bide” vekirin. Serokê Rêxistina ESP’ê ya Bajêr Çîçek Otlu jî tevlî bû.

Îlhan Aslan ê li ser navê Tevgera Qizilbaşan a Şoreşger daxuyanî da got ku komên cîhadîst ên ji xwe re dibêjin, “Artêşa Fethê” li hember gundên Elewiyan êrîş pêk anîne 35 kes qetil kirine, çeteyên DAIŞ’ê yên bajaroka Cisr eş-Şugur bi dest xistin li hember gundê Îştebrak êrîş pêk anîne gelek Elewî bi awayekî hovane qetil kirine.

'AKP’Ê ÇETEYÊN CÎHADÎST DESTEK KIR'

Aslan da xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê çeteyên cîhadîst destek dike û got, "Piştî çete li Kobanê têk çûn, bi awayekî bêperwa êrîşî gundên Elewî, Suryanî û Êzîdî dikin.” Aslan ji ber bêdengiya cîhanê nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: "Komkujiya rû daye ji aliyê AKP’ê tê nixumandin û ji raya giştî re nayê ragihandin.”

Aslan piştî komkujiyê hinek alîgirên cîhadîstan ku li Mizgefta Fatîh li çepikan dan, bertek nîşan da.

Aslan got ku wek Tevgera Qizilbaşan a Şoreşger li hemberî her cure komkujiyên li dijî gelê Elewî wê bisekinin û bi rêxistinkirî bersivê bidin.