Ji Suryaniyên li Swêd ji bo Kobanê alîkariya mirovî

Ji Suryaniyên ji Swêd Fîkrî Yilmaz, Orhan De Basso, James Barjaco û Cîhat Sun, ji bo piştgiriya ji gelê Kobanê re helwesteke mînak nîşan dan, zad û qutên kirîn bi TIR’ekê şandin Kobanê.

Ji Suryaniyên ji Swêd Fîkrî Yilmaz, Orhan De Basso, James Barjaco û Cîhat Sun, ji bo piştgiriya ji gelê Kobanê re helwesteke mînak nîşan dan, zad û qutên kirîn bi TIR’ekê şandin Kobanê.

Fîkrî Yilmaz ê ji bo alîkarî ji Kobanê re bên şandin pêşengiyê dike, got ku gelê Kobanê gelekî bi rûmet û serbilind e, tevî di nav şert û mercên zehmet jî de ma, berxwedana wan ew pir bandor kiriye û bang li tevayî Suryanî, Tirk û Kurdan kir ku piştgiriyê bidin Kobanê.

Fîkrî Yilmaz ê pirsên ANF’ê yên der barê mijarê de bersivand got ku ji bo hevalekî xwe yê zarokatiyê bibîne çûye navçeya Pirsûs a Rihayê li vir dema bihîstiye hevalê wî bi armanca piştgiriya bi Kobanê re çûye Kobanê ew jî derbasî Kobanê bûye. Yilmaz tiştên li wir dîtine wiha vegot: “Kobanê bi temamî şewitiye û hilweşiyaye. Gelê vedigere bi xirbeyan re rû bi rû tê. Xanî, av, mazot, elektrîk nîne. Di şertên pir zehmet de dijîn. Hevalan gotin ku ew 3 roj in taştê nedane mirovan. Tiştên min dîtin ez pir bandor kirim. Ji bo alîkariyê ez fikirîm tiştekî bikim. Ez vegeriyam Pirsûsê. Bi qasî 10 hezar Euro me şekir û penêr kirî, li TIR’ekê bar kirin û me şand Kobanê.”

Yilmaz anî ziman ku dema li Kobanê bû bi rêya telefonê bi hevalên xwe re axiviye û got, “Hevalên min ji tiştên min gotin pir bandor bûn. Wan jî xwest tevkariyeke wan çêbibe.”    

Yilmaz got ku têkbirina DAIŞ’ê di nav gelê Kobanê de baweriya wan a bi xwe zêde kiriye û bang li tevayî Suryanî û parêzvanên mafên mirovan kir ku tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bikin.

...