Ambargoya li ser Mexmûrê li Winterthurê hate şermezarkirin
Li bajarê Winterthurê zext û ambargoya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate şermezarkirin û berxwedana gelê kampê hate silavkirin.
Li bajarê Winterthurê zext û ambargoya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate şermezarkirin û berxwedana gelê kampê hate silavkirin.
Polîtîkaya zext û dorpêçkirinê ya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê girseya gel li ber strasyona trenê ya navendî li hev kom bû û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên hikumeta Iraqê yên li ser Mexmûrê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Mexmûrê hate silavkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne. Di daxuyaniyê de her wiha ji hikumeta Iraqê jî hate xwestin ku zext û dorpêça li ser Mexmûrê tavilê bi dawî bike.
Çalakî piştî xwendina metna çapemeniyê ya bi Elmanî bi dawî bû.