ROJANE
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di bîranîna karsazên Kurd de axivî ku beriya 31 salan hatin qetilkirin û got, "Yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye."
Endamê Desteya Weşanê ya Sosyalîzma Navneteweyî Profesor Alex Callinicos piştgiriya xwe ji bo banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de ragihand û biryarên PKK’ê yên di kongreya 12’emîn de hatin girtin, anî ziman.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û Hevserokên DEM Partiyê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Kûrtûlmûş got, "Ji bo destpêkirina serdema nû ya li Tirkiyeyê divê em vê firsenda dîrokî bi rengê herî baş bi kar bînin."
Parêzer Şukru Alpsoy got, "Di vê guhertina înfazê de ji bo girtiyên siyasî yên cezayê muebbetê yê girankirî hatiye birîn mafê hêviyê nehatiye diyar kirin, qedexeya berdana bi şert dewam dike. Ev jî nîşan dide ku guhertina înfazê wekhev nîne."
Hemû Nûçe
-
2 gundên Ezazê tevlî kantona Efrînê dibin
Şêniyên gundên Meyase û Zeniratiyê yên herêma Ezazê xwestin ku gundê wan têkeve bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û ji hêzên YPG’ê jî daxwaza parastinê kirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Zarokê ket robar jiyana xwe ji dest da
Li Qosera Mêrdînê 2 zarokên ji bo hênik bibin ketin robar yekî ji wan jiyana xwe ji dest da yê din jî rakirin nexweşxaneyê lê jiyana wî di bin xetereyê de ye.
-
-
Dîmenên 1’ê Gulanê yên Stenbolê
Polîsên Tirk, bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî kedkarên ku dixwestin biçin Taksîmê kirin. Di êrîşan de ku gelek kes birîndar bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn.
-
Kedkar li gelek deveran rastî êrîşan hatin
Li Tirkiyeyê bala hemû kesan li ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya Taksîmê ye, li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî pîrozbahiyan de karker rastî qedexe, êrîş û mudaxaleya polîsan hatin.
-
-
-
YPG: 65 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar ên li herêma Til Temir didomin û di 24 saetên dawî de 65 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku di pevçûnan de 12 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
-
'Destê kedkaran paqij e, destê dikeve beytulmal qirêj e'
Namzetê HDP’ê yê Riha Baydemîr ê sîteya sanayiyê ziyaret kir, dema xatir xwest esnafekî got, “destê min qirêj e” Baydemîr wiha bersiv da: “Destê we destê herî paqij e, ji ber destê kedkaran paqij e. Destê bi rastî qirêj destê dikeve beytulmalê ye.”
-
-
Li Stenbolê zêdetirî 300 kesî hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku li Stenbolê di encama êrîşa polîsan de zêdetirî 300 kesî hatin binçavkirin. Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê Herêma 2. Salîh Şahîn jî di nav kesên hatine binçav kirin de ye.
-
-
Polîsên Tirk li her cihî êrîş dikin
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî kedkarên ji Beşîktaş ber bi Talsîmê ve diçûn kirin. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
-