'Qedexekirina Taksîmê wêneyê tirsa ji welatiyên xwe ye'

Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan destnîşan kir ku qedexekirina Taksîmê li çalakiyên 1'ê Gulanê nîaneya tirsa hikûmeta AKP'ê ji welatiyên xwe ye û diyar kir ku tevî zext û qedexeyan jî ew ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin.

Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan destnîşan kir ku qedexekirina Taksîmê li çalakiyên 1'ê Gulanê nîaneya tirsa hikûmeta AKP'ê ji welatiyên xwe ye û diyar kir ku tevî zext û qedexeyan jî ew ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin.

Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan yek ji şahidên 1'ê Gulana bi xwîn a sala 1977'an e. Kaplan ê ku beriya 38 salan ji bo pîrozbahiyan li Meydana Taksîmê bû dibêje ku gulereşandina ji Îdareya Avê ya li ser gel û kaosa derket holê, mîna duh tê bîra wî. Kaplan ji ANF'ê re axivî û got, "Ez li navenda meydanê bûm û min yên gule reşandin û reviyan didît." Kaplan anî ziman ku qet ji bîra wî naçe li Kazanci Yokûşû mirovan çawa jiyana xwe ji dest dan.

JI BÛYERÊN BIQEWIMIN AKP WÊ BERPIRSYAR BE!

Kaplan ragihand ku ev zîhniyeta dewletê ya qetlîamkar bi qedexeyên AKP'ê re îro jî dewam dike û destnîşan kir ku qedexekirina Taksîmê tirsa yên ji ked, maf, azadî û mûxalefetê ditirsin e. Kaplan got, "Ev qedexe, tirsonekiya yên di Gulana bi xwîn a 77'an de gule li karkeran reşandiye ye. Wêneyê tirsa ji welatiyan e" û diyar kir ku girtina Meydana Taksîmê li karker û kedkaran, wêneyê dijminatiya îdeolojîk a hikûmetê ye. Kaplan da zanîn ku di vê dema hilbijartinê de hikûmet dixwaze mûxalefeta bi her awayî bitepisîne û got, "Bi mîlyonan mirovên li vir bicivin, bê guman hikûmetê ditirsîne."

PIŞTÎ 38 SALAN LI HEMAN MEYDANÊ!

Kaplan di dewama axaftina xwe de got, "Divê hikûmet AKP'ê bi aqilane tevbigere, li vir astengiyan dernexîne û ji bo xwîn ji bêvila karkerekî bi tenê jî neyê, bixebite" û anî ziman ku eger hikûmet êrîşî gel bike û bombeyên gazê biavêje, ji hemû neyîniyên biqewime wê berpirsyar be. Kaplan diyar kir ku hikûmetê ji 1'ê Gulana bi xwîn ti ders dernexistiye û bi agir dilîze. Kaplan destnîşan kir ku her kaosa tê xwestin were afirandin wê li hikûmetê vegere û anî ziman ku mîna beriya 38 salan ew ê di 1'ê Gulana îsal de jî li Taksîmê be.