Namzetên HDP’ê yên Konyayê: Derbasbûna HDP'ê ji bendê ji bo Tirkiyeyê şoreş e

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Konyayê Huseyîn Ozkan û Şaziye Şener diyar kirin ku ji bo bibin hêviya gelên Tirkiyeyê ketine ser rê û destnîşan kirin ku derbasbûna HDP'ê ji bendê wê ji bo gelên Tirkiyeyê cejn û şoreş be.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Konyayê Huseyîn Ozkan û Şaziye Şener diyar kirin ku ji bo bibin hêviya gelên Tirkiyeyê ketine ser rê û destnîşan kirin ku derbasbûna HDP'ê ji bendê wê ji bo gelên Tirkiyeyê cejn û şoreş be.

Ji namzetên HDP’ê yên Konyayê Huseyîn Ozkan destnîşan kir ku ew gelek kêxweşe ku ji HDP’ê ya ku gelên Tirkiyeyê hewcedariya wê pê heye û bi rêbazeke demokratîk û azadîxwaz tevdigere, bûye namzet û got ku bi vê hilbijartinê re wê li Anatoliya Navîn jiyanek nû biafirînin. Namzet Şaziye Şener jî bi lêv ku derbaskirina bendê ya HDP’ê û ketina meclîsê ji bo gelên Tirkiyeyê  tê wateya şoreş û cejnê û, berevajî vê jî  bi pergala yek kesî ya AKP’ê re wê li Tirkiyeyê kaos bê afirandin.

Ozkan ku li Enqereyê parêzer e, di 1’ê Gulan 1974’an de li navçeya Kulu ya Konyayê li gundê Yaziçayir hat dinê, zewicandî û bavê du zarokan e. Ozkan diyar kir ku bi dema DEP’ê re sempatiya wî ya li dijî tevgera Kurd çêbûye û bi qezenckirina vîzyona ku HDP’ê re di HDP’ê de bûye namzet. Ozkan destnîşan kir ku yekane partiya herî bi bandor a li Tirkiyeyê ku di nava tevgera siyasî ya Tirkiyeyê ya herî çarseriyê pêk tîne HDP ye û got ku ji bo ev tevger li Konyayê bi cih bibe, ew jî ketiye nava têkoşînê.
Şener jî li gundê Altilar a navçeya Kulu ya Konyayê  di 1954’an de ji dayik bûye, dayika 6 zarokane û kewaniye. Şener bi lêv kir ku her 6 zarokên xwe jî bi rûhê şoreşgerî gihandiye û ew dane xwendin. Şener da zanîn ku ji bo piştgiriyê bide gelê Anatolya

Navîn cesaret nîşan daye û bûye namzet. Şener wiha berdewam kir: “Min di 10 saliya xwe de bi bavê xwe re nûçeyên radyoyê guhdar dikir. Ez gelek di bin bandora têkoşîna Fîlîstînê de dimam. Piştre min têkoşîna şoreşgerên Tirkiyeyê Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkay û yên lîderên çep nas kir.”

NASKIRINA TEVGERA KURD

ŞAZİYE ŞENER: Şener da zanîn ku di 1978’an de têkoşîna tevgera Kurd nas kiriye û got di vê dîrokê de polîtîkayên zext û zordariya li ser gel hîs kiriye.  Şener bi lêv kir ku  ji vê dîrokê şûnde di DEP, HEP, HADEP û partiyên din yên Enqereyê de  rêveberî kiriye û di astên cuda de xebat meşandiye û got: “Min di baskê jinan de cih girt. Ez yekem damezrînera meclîsa jinan a Enqereyê me. Ez di 2011’an de vegeriyam navçeya xwe Kuluyê û min li wir xebatên partiyê meşand.

PARTIYA KU HEWCEDARIYA GEL PÊ HEYE, HDP 

HUSEYÎN OZKAN: Ozkan jî di axaftina xwe de diyar kir ku HDP ne tenê li Tirkiyeyê di asta navneteweyî de siyasetê dike û wiha berdewam kir: “Gelê Tirkiyeyê, hewcedariya wan bi feraseteke rêbaza demokratîk heye. Di vî alî de yekane partiya ku pisgirêka Kurd çareser bike, ya Elewiyan çareser bike, ya  kesên ne Misilman, kedkar, karker, bindest û jinan çareser bike HDP ye.”

Ozkan da xuyakirin ku divê HDP teqez bendê derbas bike, berevajî vê  jî tê wateya ku AKP wê bi tena serê xwe destûra bingehîn biguhere. Ozkan wiha pêde çû: “Di rewşeke wisa de dikare pergala serokatiyê ya yek tîp Tirk, ku ev jî tê wateya wê gelên Tirkiyeyê derbasî pergaleke otorîter bibin.”

ÇAVÊN ME NE LI KURSIYAN E

ŞAZIYE ŞENER:Sedema min a ku ez di HDP’ê de bûme namzet ne kursî û mercî ye. Ez yek kesî jî ji bo partiya xwe biguherim ev ji bo min kêfxweşiye. Hişmendiya polîtîk a gelê me yê Anatolya Navîn baş rûneniştiye. Bi taybet jî ji bo jinan û gelê me vegotina partiya me, ji bo min gelek girînge.  Min ev peywir girt ser xwe. Min ev cesaret nîşan da û ez bûm namzet.

GEL BERÊ XWE DIDE HDP’Ê

HUSEYÎN OZKAN: Aliyên cuda yên civakê piştgiriyê didin HDP’ê. Ev jî nîşan dide ku HDP çiqas xurte, û samimiye. Ji tabana AKP’ê, CHP û MHP’ê jî rexneyên erênî tên. Gelê Tirkiyeyê her ku dibe xwedî hişmend rastiyan dibînin. HDP ji ber rastiya ku dizane, diparêze, îtîbarê dibîne.  Ev jî dengan tîne.

JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ YA CEJND AN JÎ KAOS

ŞAZIYE ŞENER:  Derbaskirina bendê ya HDP’ê û ketina wê ya meclîsê, ji bo gelên Tirkiyeyê tê wateya cejnê, berevajî vê rewşê jî wê bi pergala yek kesî a AKP’ê Tirkiye bikeve kaosê.  Şener bi lêv kir ku jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê re pêşengiyê dike û got bi tevgera Kurd re, jinên Kurd li hemû Rojhilata Navîn û heta hemû cîhanê bûye tevgerek mînak.

...