Mezza Luna Rossa alîkariyên xwe gihand Kobanê

Mezza Luna Rossa Kurdistan Îtalia (MLRKI) yekem pakêta xwe ya alîkariyê şand Kobanê.

Mezza Luna Rossa Kurdistan Îtalia (MLRKI)  yekem pakêta xwe ya alîkariyê şand Kobanê. Heyva Sor Îtalîa ku demek berê hat avakirin, di kampanyayên ku ji bo Kobanê dan destpêkirin de, encamên girîng bi dest xist û  alîkariyên ku nêzî 30 hezar Euroyî bûn şandin Kobanê.

Mezza Luna Kurdistan ku 30’ê Mijdara 2014’an damezrandina xwe îlan kir, kampanyaya gava yekem a ji bo Kobanê 4 meh tijî kir. Alîkariyên hatin berhevkirin ji bo bigihînin mexdûrên Kobanê 17’ê Adara  2015’an heyetek hat avakirin. Di heyeta ku ji 5 kesî pêk dihat ligel serokê MLRKI’ê Alîcan Yildiz, ji UIKI ONLUS, Rojava Callîng û  însiyatîfa La Stafetta Sanitaria per Suruç û nûnerên şaredariya Santomenna beşdar bûn.

Heyetê yekem alîkariya xwe li Meletiyê belavî sîvîlên koçber ên Kobanê kir. Heyetê zad û qutên nêzî 5500 Euro li gel belav kir û pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kir.

MLRKI: SERDANA KOBANÊ WÊ RÊ BIDE BER KAMPANYAYA ME

Heyet piştre ji bo derbasî Kobanê bibin, hatin Pirsûsê û pirsgirêkên wan guhdar kir. Heyet bi heyeta mafê mirovan re gihişt Kobanê û bi hevserokên Kantonê Enver Muslim re hevdîtin kirin. Li ser navê MLRKI’ê Alîcan Yildiz û ji şaredariya Santomenna, Massîmîllano Voza axivîn û di serdanan de têkildarî hewcedariyên Kobanê û avakirina ji nû ve nirxandin hatin kirin. Enver Muslim axivî û got: “Em ji bo endamên heyeta we, ji bo kesên ku alîkarî gihandin heyeta we, hemû saziyan spas dikin.” Endamên heyetê jî da zanîn ku ji nêz ve dîtina bajar û tespîtkirina hewcedariyan gelek girîng e û alîkariya ji vir şûn ve wê berê kampanyayê diyar bike.

JI BO NEXWEŞXANEYA KOBANÊ ALAVÊN TEKNÎKÎ Û JENERATOR

Heyetê 10 hezar Euro alîkarî ji bo ava vexwarinê ya Kobanê kir. Her wiha bi 8 hezar Euroyî jî ji bo nexweşxaneya Kobanê alavên teknîkî hat kirîn. Bi 5 hezar û 795 Euroyî jî ji bo nexweşxaneyê jenerator kirîn.

MLRKI: KAMPANYAYA ME WÊ BIDOME

Heyeta MLRKI’ê daxuyaniyek da û ji bo hemû sazî û keskên piştgirî dane wan spas kir. Hat gotin ku wê ji vir şûn ve kampanyayê bê navber bidomînin û banga alîkariya bo Kobanê dubare kirin û numareyên hesabên bankayê parve kirin:
Coordinate bancarie per donazioni  Conto: 1000 / 00132226
Intestato a: Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus
IBAN: IT63 P033 5901 6001 0000 0132 226

...