Ji rêxistina HDP’ê ya Kocaelî banga 1’ê Gulanê

Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî, civîneke çapemeniyê li dar xist, bang li kedkaran kir ku tevlî çalakiya 1’ê Gulanê bibin. Di civînê de komkujiya Elewiyan hat şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî, civîneke çapemeniyê li dar xist, bang li kedkaran kir ku tevlî çalakiya 1’ê Gulanê bibin. Di civînê de komkujiya Elewiyan hat şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî, têkildarî 1’ê Gulanê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê namzetê HDP’ê yê Kocaelî yê Rêza Yekemîn Alî Haydar Konca,  namzet Guner Kîzîr, Sînan Odabaş, Bedîa Salhan û rêvebêren bajêr û navçeyan ên HDP’ê beşdar bûn.

'DI BIN PANKARTA HDP’Ê DE EM TEVLÎ 1’Ê GULANÊ BIBIN'

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navend a Kocaelî Ceylan Yildiz bang li tevayî kedkaran kir ku di bin banê HDP’ê de tevlî 1’ê Gulanê bibin. Yildiz diyar kir ku wê 1’ê Gulanê mîna şahiyekê pîroz bikin.

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê Konca jî li hember qedexekirina Qada Taksîmê ya ji bo kedkaran xwedî semboleke watedar e nerazîbûn nîşan da.

KOMKUJIYA LI HEMBER ELEWIYAN

Konca bal kişand ser komkujiya li hember Elewiyan a ji aliyê El Nûsra ve li Sûriyeyê pêk hat. Konca got ku AKP van rêxistinan destek dike û kesên komkujî pêk anîne şermezar kir.