Li Parîsê çalakiya ‘edaletê: Sebra me nema
Kurdistanî weke her Çarşem ji bo komkujiya Parîsê di tariyê de nemîne daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin.
Kurdistanî weke her Çarşem ji bo komkujiya Parîsê di tariyê de nemîne daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin.
Kurdistanî weke her Çarşem ji bo komkujiya Parîsê di tariyê de nemîne daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin. Kurdistaniyên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê meşek li dar xistin gotin, “sebra me nema.”
Kurdistaniyên saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev bi flamayên wêneyên her sê jinên şoreşger dest bi meşê kirin. Girse bi dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne”, “Em edaletê dixwazin”, “Heqîqet li holê ye edaletê bînin cih”, “Jin, têkoşîn, jiyan” heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya.
Di meşê de bi daxwaza ronîkirina komkujiyê belavok hatin belavkirin. Li terqarê ya Gare de L’Est jî meşvanan çalakiyeke rûniştinê ya 5 deqeyan pêk anîn. Di axaftina kurt a çalakiya rûniştinê de wiha hat gotin, “Ev du sal in em daxwaza edaletê dikin. Hê jî hêzên li pişt vê komkujiyê ku bi aşkera ne, bêdeng dimînin. Sebra me tê ceribandin. Sebra me nema. Lê em ê bi hêza xwe ya çalakiya demokratîk li kolanan bin.”
Dema girse gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan di şexsê her sê şehîdan de deqeyek rêzgirtin pêk hat. Di axaftina piştî rêzgirtinê de daxwaza edalet û ronîkirinê ya gelê Kurd ji bo dewleta Fransa komkujiyê ronî bike hat dubarekirin. Piştî çalakî bi dawî bû ji bo çalakiya 1’ê Gulanê û mîtînga hilbijartinê ya 2’ê Gulanê banga tevlîbûnê hat kirin.