Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew ê olê ji destê dewletê derxin û ji bo vê tebikoşin. Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Em dixwazin jiyaneke xweş ji mirovahiyê re ava bikin. Em bawer dikin ku em ê vê yekê pêk bînin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê û namzetê HDP’ê yê herêma yekemîn ê Stenbolê Selahattîn Demîrtaş standa hilbijartinê ya Qada Şîrînevlera Bahçelîevler ziyaret kir û pirsgirekên esnafên li Qada Şîrînevlerê guhdar kir. Namzeta HDP’ê ya herêma seyemîn a Stenbolê Pervîn Buldan, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cesîm Soylu û gelek namzetên HDP’ê tevlî serlêdanê bûn. Li cihê standê û serlêdana esnafan da namzetên HDP'ê rastî eleqeyek mezin hatin. Piştî Demîrtaş pirsgirekên esnafan guhdar kir derbasî Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Oldaran (DÎAYDER) bû.
Li vir li ser navê DÎAYDER’ê mele Mihemed Şîmşek axivî û bixêrhatina Demîrtaş û gel kir. Şîmşek xwest ku her kes li aliyê heqîqetê cih bigirin û wiha axivî: “Bila her kes li li cem zaliman, li cem mazlûman cihê xwe bigire. Divê em hişyar bibin û xwe ji pergala zaliman dûr bigirin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di serdanê de axivî û diyar kir ku hemû civak, bawerî, nasname bêyî ku pirsgirêkan bijîn dikarin bi hev re bijîn. Demîrtaş anî ziman ku ew ji bo demokrasiyê bînin vî welatî têdikoşin û wiha got: "Em siyasetmadar dixwazin di van rojên pêşiya me de hemleyeke ku wê civakê rehet bike biavêjin. Tişta ku em dibêjin demokrasî ye. Di peymana Medîneyê de jiyana bi hev re heye. Dibe ku baweriya gelan ne wek hev be û ji hev cuda be lê ya pêwîst ew e karibin bi hev re bijîn.”
'DIYANET JI XWEDÊ BÊHTIR JI DEWLETÊ HEZ DIKE'
Demîrtaş li ser mijara rakirina Diyanetê jî rawestiya û got ku dema ew dibêjin wê Diyanetê rakin ev tê wateya wekheviya hemû baweriyan û wiha pê de çû: "Wexte em dibêjin em ê Diyanetê rakin em vê yekê ji bo wekheviyê dibêjin. Em dibêjin bila Diyanet rabe û li dewsa wê meclîsên baweriyê ava bikin û xizmeteke wekhev em dixwazin bidin.” Demîrtaş da zanin ku wextê dewlet bacê ji welatiyan distîne cudatiyê naxe navbera baweriyan û wiha domand: "Serokatiya Diyanetê 3 caran zêdetir ji Wezîrê Tenduristiyê butçeyê distîne. Divê vê yekê ji seyda û meleyan bipirsin ku bê serokê Diyanetê çi bi wan pereyan dike. Di Diyanetê de hezkirina dewletê ketiye pêşiya hezkirina Xwedê. Tişta ku em li dijî di sekinin ew ê ku Diyanet dewletê diparêze. Diyanet li şûna bejê qetilkirina zarokan zilm e dibêje ku gaza îsote caîze û dibêje ku kesên ku li dijî dewletê serî radikin bimirin. Em baş zanin ku ol dibêje li hemberî zilmê serî rakin.”
‘EM BAWER DIKIN KU EM Ê VÎ WELATÎ XWEŞ BIKIN’
Demîrtaş li ser mijara dersên olî jî rawestiya û got ku di olê zordarî tine ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di olê de gotinek ku zorê bikin tine ye. Ev peyv ji derveyî olê ye. Em dibejin bila dersên olî yên bi zorê rabin ji dewsa wê dersa bijarte bê danîn. Kî bixwaze ji çi bawer bike û di kîjan olê de dersê bibîne bila ji wê olê dersê bibîne. Ev yek hem wijdanî ye û hem jî di zagonan de heye." Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê olê ji destê dewletê derxin û ji bo vê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku vî gelî li ser piyan dihêle bêjin erê em ê bi ser bikevin û welatê me wê xweştir bibe. Em bi we bawer in. Em dixwazin jiyaneke xweş ji mirovahiye re ava bikin. Em bawer dikin ku em ê vê yekê pêk bîninn. Heke em bi ser bikevin em ê bêhneke xweş bistînin.”
Piştî axaftina civîn ji çapemeniyê re girtî berdewm kir.