'Karkeran ji polîtîkayên xwe re nekin amûr'
Serokên Giştî yên DÎSK û KESK’ê bersiv dan axaftina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Sendîkaya Yol-Îş a girêdayî Turk-Îş’ê û gotin: "Karkeran ji polîtîkayên xwe re nekin amûr.”

'QEDEXEKIRINA TAKSÎMÊ SÛC E'
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko biryarên DMME ya li hember qedexeya li dijî Taksîmê bibîr xist û got, "DMME dibêje, 'Taksîm qada 1’ê Gulanê ye. Divê Komara Tirkiyeyê ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya li Taksîmê bibe alîkar.’ Me doza der heqê me de beraet kir.”
Beko bang li hikûmetê kir ku biryara DMME bîne cih û got, “Ji ber vê di 1’ê Gulanê de qedexekirina Taksîmê sûc e.”
HIKÛMET NÎZAMA GELEMPERIYÊ XERA DIKE'
Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen ji bo qedexeya 1’ê Gulanê got: "Helwesta hikûmetê ya ya klasîk a hiqûq nas nake û qedexeker didome. Ozgen diyar kir ku mijara “nîzama gelemperiyê” ya hikûmet ji bo qedexeya 1’ê Gulanê wek sedem nîşan dide ne rast e û got: "Ew bi xwe bi tedbîrên polîsî ye, nîzama gelemperiyê bi saetan xera dikin.”