Li Wanê, karkerên Îş-Kûrê ji bo mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin vê carê avêtin ser xwarina namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê Wanê Hamdûllah Şevlî û AKP protesto kirin.
Endamên Îş-Kûrê yên ji aliyê AKP'ê ve ji kar hatin derxistin û par bi qasî 2 mehan li Parka Feqiyê Teyran ketin grevê û heta Enqereyê meşek pêk anîn, vê carê jî avêtin ser bernameya xwarinê ya namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê. Bi qasî 50 karkerên mexdûrên Îş-Kûrê hatin xwarina li saloneke dawetê û xwestin bi parlamenteran re hevdîtinê bikin. Lê belê destûr ji karkeran re nehat dayîn û demeke dirêj li derve di bin çavdêriya polîsan de hatin sekinandin.
Karkeran li ber salonê AKP'yî protesto kirin û gotin, "Em bi tenê kar dixwazin, yekane derdê me ev e."
Piştî xwarinê namzetên AKP'ê Bûrhan Kayaturk, Farûk Alpaslan û Serokê AKP'ê yê bajêr Zahîr Soganda bi karkeran re hevdîtin kirin û bi dayîna hin sozan xwestin karker dawî li çalakiya xwe bînin. Karkeran jî diyar kirin ku sozên heta niha ji wan re hatine dayîn bicih nehatine anîn û destnîşan kirin ku ew ê protestoyên xwe dewam bikin.