ROJANE
Zubeyîr Aydar diyar kir ku hikûmetê têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst neavêtine û got, “Em dibînin ku hikûmet tişta dikeve ser milê xwe pêk nayîne. Mijûlbûnek xuya dike. Divê wiha nebe. Divê bi samimiyet nêz bibe. Ev kar yekalî nameşe.”
Em perspektîfa Rêber Apo diweşînin ku ji Kongreya 12'emîn a PKK'ê re hate şandin û li Serxwebûnê hate weşandin.
Akademîsyen Joost Jongerden got, "Ji bo serketina pêvajoyê divê astengiyên ragihandinê yên di navbera Ocalan û PKK’ê de werin rakirin û bi awayekî rasterast di navbera serokatiyên siyasî de hevdîtin werin kirin.
Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêber Apo ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike."
Hemû Nûçe
-
-
Qirkirina Ermeniyan û kuştina Talat Paşa - DOSYA
Di 24 Nîsana 1915'an de 2.345 Ermenî ji Stenbolê sirgûnî Anatoliyê hatin kirin. Yên hatin sirgûnkirin yan hatin kuştin yan jî ji ber hin sedeman mirin. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê ji aliyê Ermeniyan ve wek roja qirkirina Ermeniyan tê bibîranîn.
-
-
-
-
-
Li Swêdê xebata berfireh a ji bo HDP'ê
HDP'ê mîna li Tirkiyeyê li Swêdê jî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Tevî bajarên Gavle, Goteborg û Ûppsala, komîteyên hilbijartinê yên li gelek bajar û navçeyên Swêdê hatine avakirin, li malan digerin û hilbijêran ziyaret dikin.
-
Li cihê komkujiya Ermeniyan kombûna gelan
Di 100. Salvegera Qirkirina ku dewleta Osmaniyan di 1915’an de li hemberî civaka Ermenî pêk anî, li Newala Kadînê ya gundê Şikefta yê Êlihê bi beşdarbûna sedan arîstokratên Ermenî merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
-
Çinar: CHP tiştekî pêşkêşî Elewiyan nake
Ji nûnerên Komeleya Elewiyan a Zurichê Erkan Çinar destnîşan kir Elewî bi tenê di bin sîwana HDP'ê de dikarin bi bawerî û nasnameya xwe re hebin û diyar kir, ku divê Elewî nêzîkatiya kevneperestiyê deynin aliyekî û dengê xwe bidin HDP'ê.
-
-
-
'DAIŞ rewşa modern a Tirkiyeya 1915'an e!'
Cemîl Gerapêt Kêvo yê di Qirkirina Ermeniyan de hemû xizmên xwe winda kir got, "DAIŞ a îro, rewşa modern a Tirkiyeya 1915'an e. Tiştên ku bav û kalên me der barê qirkirinê de ji me re digotin, îro DAIŞ li pêş çavên me pêk tîne."
-
HDP wê bi her kesî bide qezenc kirin - Cemîl Bayik
"Serketina HDP'ê wê were wataya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji ber ku ji bilî HDP'ê hêzeke siyasî ya xwedî proje û polîtîkaya çaseriyê tine ye. Ji ber vê yekê derfeteke dîrokî hatiye pêşiya Tirkiyeyê."
-
'500 zarokên Ermenî ji kendêl hatin avêtin'
Nivîskar Eyup Guven ê li qetilkirina Ermeniyên li navçeya Mêrdîn Dêrikê lêkolîn kiriye anî ziman ku leşkerên Osmanî bi dest û lingên zarokên Ermenî digirtin, ew ji kendêl diavêtin û digotin 'çûk difire'.
-
-
-
-
Ji bo em gotina xwe bilêv bikin HDP
Fîlor Ûrûk yek ji namzetên parlamenteriyê yên jin ên herî rengîn ên HDP'ê ye. Fîlor a Ermenî, ruhê HDP'ê ya hembêzkirina bindestan nîşan dide. Fîlor, ji Qirkirina Ermeniyan heta namzetiya xwe ya li nava HDP'ê, nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kir.
-
-
-
-
-
-
-
MADE: Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze
MADE, têkildarî 100. salvegera Qirkirina 1915’an a Suryaniyan daxuyaniyek da û got: “Em hikûmetên zîhniyeta qirkirinê anîn roja me ya îro, nûnerê herî dawî ya van, hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.”