ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Riza Altûn di kongreya 12'emîn a PKK'ê de hate ragihandin Hevrêyên wî Haydar Varto, Serhat Engîzek û Raûf Karakoçan qala wî kirin.
Ji fîlozofên sereke yên felsefeya hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKK'ê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û got, "Ocalan lîderekî polîtîk e ku hurmetê nîşanî wî didim. Divê azad bibe."
Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe, ku ji ber stranên xwe yên Kurdî hate girtin. Dayika Nûdem Hatîce Dûrak anî ziman ku metirsî heye ku dengê Nûdem bikeve û xwest, Nûdem û girtiyên nexweş bêne berdan.
Komîteya Gel û Baweriyan Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo edalet, aştî û azadiyê anî ziman.