60 parlamenterên PE: Bila YE destekê bide ji nû ve avakirina Kobanê
60 parlamenterên PE bang li YE û welatên YE kirin ku bi awayekî aktîf destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
60 parlamenterên PE bang li YE û welatên YE kirin ku bi awayekî aktîf destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
60 parlamenterên Parlamenta Ewropayê (PE) bang li Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên YE kirin ku bi awayekî aktîf destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
60 parlamenterên PE yên ji welatên cuda, ji bo vekirina korîdorê û desteka lezgîn a ji bo pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, danezanek weşandin.
'KURDAN BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DAN'
Di danezanê de bang li rayedarên Yekîtiya Ewropayê û welatên endam hat kirin û hat gotin, "Li dijî êrîşa mezin a DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de li hemberî Kantona Kurdan a li Sûriyeyê Kobanê de, di serî de Yekîneyên Parastina Jinê, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da. Hêzên Kurd, ku hêzên koalîsyona navneteweyî jî bi bombebarana ji hewayê destek danê, di roja 134. a berxwedanê de navenda bajarê Kobanê ji DAIŞ'ê rizgar kirin û azad kirin. Di encama vê berxwedana ji bo demokrasî, mafên mirovan, jiyana wekhev û azadiya jinê li hemberî DAIŞ'ê hat meşandin de, azadbûna Kobanê di serî de 200 hezar sivîlên ji neçarî ji bajêr koç kirin, hemû hêzên demokrasiyê yên li cîhanê kêfxweş kiriye. Ji ber vê yekê em hemû kêfxweş bûn."
Di danezanê de hat ragihandin ku ji ber bê derfetiyê gelê li Kobanê ji bo ji nû ve avakirina qadên jiyanê nikarin însiyatîfê werbigirin û her çend dixwazin vegerin jî nikarin li bajarê xwe vegerin.
Di danezanê de hat bibîrxistin ku komîsyona ji aliyê rêveberiya kantonê ve ji bo ji nû ve avakirina bajêr hatiye avakirin û dest bi kar kiriye, ji hêzên navneteweyî jî daxwaza alîkariya lezgîn ji bo ji nû ve avakirinê dike û hat gotin:
'BILA DESTEKA AKTÎF JI JI NÛ VE AVAKIRINÊ RE WERE DAYÎN, ALÎKARÎ BI LEZGÎNÎ WERE GIHANDIN'
"Weke parlamenterên Parlamenta Ewropayê em bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên Yekîtiya Ewropayê dikin ku bi awayekî aktîf destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê. Bi vê wesîleyê em Belavoka Hevpar a di 06.02.2015'an de ji aliyê Nûnertiya Bilind a Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Komîsyona Ewropayê hatiye amadekirin, silav dikin û destnîşan dikin ku em destekê didin pêşniyarên vê belavokê. Di mijara ji nû ve avakirina Kobanê û alîkariya ji bo penaberan de, li ser bingeha hevkariya bi rayedarên Kantona Kobanê re em dixwazin alîkarî bi lezgînî ji Kobanê re were ragihandin."