'Ji êrîşa li hember avahiya me AKP berpirsyar e'

Êrîşa li hember avahiya Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî hat şermezarkirin.

Têkildarî êrîşa faşîst a duh bi şev li hember avahiya Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî, bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca, endamên Meclîsa Partiyê Hatîp Çaplik, Gulçîn Îsbert, Hevserokê Bajêr Mehmet Akgul û rêveberên HDP’ê yên bajêr daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji êrîşa li hember HDP’ê beriya her tiştî partiya desthilatdariyê berpirsyar e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema êrîşê de hêzên dewletê tedbîrên pêwîst negirtine û mudaxeleyî koma êrîşkar nehatiye kirin.