Ozanlî: AKP serî li kevneşopiya Naziyan dide!

Parlamentera HDP’ê Ozanlî, li hember polîtîkaya şer a AKP’ê nerazîbûn nîşan da. Ozanî diyar kir ku bi bêpevçûnî û aştî mirov dikare ji AKP’ê rizgar bibe.

Parlamentera HDP’ê ya Qersê Şafak Ozanlî, têkildarî hilbijartina pêşwext û pêvajoya bi pevçûn îro li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ozanlî got: “Dema Serokkomar pêvajoya çareseriyê ji bo hêrsa xwe ya desthilatdariyê ‘kir sarincê’ em li welêt ketin nav şîdet û dorpêçeke hovîtiyê ya mezin.”

‘YEKANE RÊYA EM JI AKP'Ê RIZGAR BIBIN AŞTÎ YE’

Ozanlî axaftina xwe wiha domand: "Em bi desthilatdariyeke ku hestên xwe yên wijdanê winda kirine, bi pêkanîna hovîtiya li hember bedenên hatine qetilkirin mirina leşker û gerîlayan bê çi bandorê li anketan dike re eleqedar dibe re rû bi rû ne. Yekane rêya welêt ji belaya desthilatdariya AKP’ê rizgar bike bêpevçûnî û aştî ye… Serokkomar kiriye serê xwe ku heta hetayê şer bike axa welêt bi xwîna ciwanan bistirîne. Em jî wer bawer in ku aştî ji hilbijartineke bilez girîngtir e.”

Ozanlî ji ber AKP’ê gelek herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ îlan kiriye nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir: "Li giştî welêt, bi taybet li Qers, Dêrsim, Agirî û gelek bajaran hewl didin bi sedan gund û bajaran vala bikin…  Her ku hilbijartin nêz bibe wê hikûmet pevçûnan sor bike. Paşê jî bi hinceta ewlekariyê wê li pêşiya dengdana li çolterê astengiyan derxe. Armanc ev e ku tevayî hilbijêrên li gundên ku dengên zêde ji HDP’ê re derketin li navendên bajaran belav bike û li pêşiya dengdanê astengiyan derxe.

'KEVNEŞOPIYA NAZÎ!'

Ozanlî têkildarî îşkence û teşhîrkirina cenazeyê gerîlaya YJA STARA Kevser Elturk (Ekîn Wan) jî got: “Ji bîr nekin, qetilkirina wê û bi awayekî tazî teşhîrkirina wê kevneşopiyeke Naziyan e.”

Ozanlî her wiha bi bîr xist ku li Qersê jî piştî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye îşkence li cenazeyê wan hatine kirin û bi postalan pê li cenazeyên wan kirine. Ozanlî têkildarî mijarê got: “Ev îspata ku em vegeriyane pêkanînên salên 90’an. Cenazayên  3 PKK’yiyan ku pêwîst e li morga Tiba Edlî ya Erziromê hatibana rawestandin, di depoyeke ne guncaw de bi rojan hatine girtin û ji rizandnê re hiştine.”

Şafak Ozanlî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger bala we lê be, êdî kes di cenazeyên leşkeran de nabêje welêt sax be. Kes naxwaze ji bo qesrê zarokên xwe winda bike. Gel derewên wan dibîne.”