Ciwanên Kurd ên li Ewropayê lez dan xebatên rêxistinbûnê

Li Bîelefeld, bi navê şoreşgerê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê li Rojava dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, komuneke ciwanan hat îlankirin.

Li Bîelefeld, bi navê şoreşgerê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê li Rojava dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da komuneke ciwanan hat îlankirin. Ciwanan biryar girtin li hember polîtîkayên şerên AKP’ê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Li hemberî êrîşên hikûmeta AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Kurd ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê lez dan xebatên rêxistinbûnê.

Di civîna li bajarê Bîefeld a Elmanya ya ji aliyê Ciwanên Azad ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin, li ser pirsa “Li ser esasê pêşketinên li Kurdistanê rû didin pêwîst ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê çi bikin” nîqaş hatin kirin.

'DIVÊ CIWANÊN KURD BI BERPIRSYARTIYA DIKEVE SER MILÊ XWE TEVBIGERIN'

Di civînê de rewşa rêxistinbûna ciwanên li bajêr jî hat destgirtin û hat diyarkirin ku li hember ‘hîleyên balê dikişîne’ yên modernîteya kapîtalîst rêxistinbûn esas e. Di civînê de Komuna Ciwanan a Dilsoz Bahar a Bîelefeld hat îlankirin.

WÊ TECRÎD BÊ PROTESTOKIRIN

Ji bo protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan, di pêşengiya Komuna Ciwanan a Dilsoz Bahar de, roja Înê (18.08.2015) û Şemiyê çalakiya kon, roja Şemiyê saet 15.00’an li Bîelefeld Jahnplatz jî wê meşek bê lidarxistin.