Meclîsa Gel a Daglioglû xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Gel a Daglioglû ya Edeneyê xwerêveberiya xwe îlan kir. Li dû ragihandinê, girseya gel xwest bimeşe lê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hat. Di bûyerê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
Meclîsa Gel a Daglioglû ya Edeneyê xwerêveberiya xwe îlan kir. Li dû ragihandinê, girseya gel xwest bimeşe lê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hat. Di bûyerê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
Meclîsa Gel a Daglioglû ya Edeneyê, li Xaçerêya Karasû daxuyaniyek da çapemeniyê û xwerêveberî îlan kir. Di daxuyaniyê de ji 7 heta 70 salî bi sedan kes amade bûn. Ciwanên rûyê xwe pêçandin jî parastina gel kirin û li dijî êrîşeke gengaz a polîsan ketin rewşa xweparastinê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gelên ji baweriyên cuda, em dewletê red nakin, lê belê dibêjin, ku em ê bi van saziyên dewletê re nikaribin xwe bi rêve bibin û rewabûna van saziyên dewletê êdî ji bo me nemaye. Bi vî rengî ti rayedarekî dewletê yê hatiye wezîfedarkirin, wê nikaribe me bi rêve bibe. Ji niha û pê ve em ê xwerêveberiyê esas bigirin û jiyana xwe li ser bingeha demokrasiyê ava bikin. Li dijî her şêwe êrîşan em ê xwe biparêzin."
Gel, li ber çepik û tilîliyan bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Serok Apo" xwerêveberî îlan kir.
Li dû daxuyaniyê girseya gel a xwest ber bi Navenda Polîsana Ş. Mehmet Alî Arslan a li kolana Bahçelîevlerê bimeşe, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid, fîşekên plastîk û fîşekên rastî, hat. Li hemberî êrîşa polîsan gel li ber xwe da. Piştî demeke dirêj a pevçûnan welatî li nava kolanan belav bûn. Polîsên Tirk jî bi maşînên zirxî ketin nava kolanan û zêdeyî 10 kes ku di nav de zarok jî hene, bi lêdanê kirin binçavan.
Tevî ku pevçûn bi dawî bû jî, dorpêçiya polîsan a li taxê bi saetan dewam kir.