'Armanc; bûyîna hêza çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên gelên li Daglioglû'
Meclîsa Gel a li taxa Daglioglû ya Edeneyê beriya mehekê ava bû, bi gotina "Em dixwazin biryarên li ser jiyana xwe bi xwe werbigirin" xwerêveberî ragihand.
Meclîsa Gel a li taxa Daglioglû ya Edeneyê beriya mehekê ava bû, bi gotina "Em dixwazin biryarên li ser jiyana xwe bi xwe werbigirin" xwerêveberî ragihand.
Meclîsa Gel a li taxa Daglioglû ya Edeneyê beriya mehekê ava bû, bi gotina "Em dixwazin biryarên li ser jiyana xwe bi xwe werbigirin" xwerêveberî ragihand. Xebata destpêkê ya meclîsê daniye pêşiya xwe; hilweşandina dîwarên şerê 30 salan di navbera gelan de lê kiriye û mezinkirina hêviya jiyana bi hev re ye.
Taxa Daglioglû, yek ji taxên herî xizan ên navçeya Edene Seyhanê ye. Li vê taxa ku bi salan koçberiyê werdigire, Kurd, Ereb, Tirk, Romen û Elewî dijîn.
Meclîsa Gel duh bi daxuyaniyekê xwerêveberiya taxa Daglioglû ragihand.
Ragihandina xwerêveberiyê ji bo taxeke li Edeneyê tê çi wateyê? Bi xwerêveberiyê re armanc çi ye?
Hevserokê Meclîsa Gel a Daglioglû Firat Dûrmûş bersiva van pirsan da.
Li gorî agahiyên ji aliyê Dûrmûş ve hat dayîn, Meclîsa Gel a Daglioglû, beriya mehekê civînên gel lidar xist. Di van civînan de tevî Kurdan, Ereb, Tirk û Elewî jî amade bûn. Dûre endam û rêveberiya Meclîsa Gel hat hilbijartin. Meclîsek ji 107 kesan hat avakirin. 12 komîteyên ser bi Meclîsê hatin destnîşankirin. Komîteyên siyasî, tenduristî, malî, ked, bawerî, ciwan û jinan çend ji van komîteyan e.
Bi çi rengî gelên din, mînak; Ereb tevlî vê civînê û Meclîsa Gel bûn?
ARMANC; BÛYÎNA HÊZA ÇARESERIYÊ JI BO HEMÛ PIRSGIRÊKAN
Bersiv bi vî rengî ye: "Di destpêkê de ketin nava tirs û fikaran. Lê belê piştî ku wate û girîngiya Meclîsê hat vegotin, Ereb jî beşdar bûn. Ji ber ku ev Meclîs ne tenê ya Kurdan e. Meclîsa hemû gel û bawermendên li Daglioglû dijîn e. Di nava Meclîsa me de hem Erebên xwecihî hem jî Erebên ji Mêrdînê hatine vê derê, cih digirin."
Armanc; bûyîna hêza çareseriyê ji pirsgirêkên li taxê û hemû gelên li Daglioglû dijîn e.
Firat Dûrmûş pirsgirêka ku Meclîs dixwaze di destpêkê de çareser bike bi vî rengî vegot: "Ji ber şerê 30 salan, gel bi çavekî tirsê li hev dibêrin. Em dixwazin zemînek ji bo jiyaneke bi hev re biafirînin. Ji bo vê jî girîng e nêrîna her kesî ya li hev biguhere. Em dixwazin bikin ku her kes ji hev hez bike. Em dixwazin nêrîna parçebûyînê ya sîstema heyî li ser me ferz dike, ji holê rakin. Weke gelên li Daglioglû em dixwazin xwe bi rêve bibin. Em naxwazin saziyên dewletê dest li jiyana me werdin. Em naxwazin saziyên dewletê dest li jiyana me werdin. Em ferzkirinên siyasî qebûl nakin."
Di pratîkê de naskirina saziyên fermî yên dewletê wê bi çi rengî be?
Dûrmûş ji bo vê pirsê jî bersiveke kurt û zelal dike: Eger Meclîsa Gel di çareserkirina pirsgirêkên gel de bibe xwedî vîn, ji xwe hingî pêwîstî bi saziyên dewletê namîne."
Li her devera xwerêveberî lê hat ragihandin helwesta dewletê; girtin, binçavkirin û êrîş e.
Meclîsa Gel a Daglioglû wê bi çi rengî li hemberî vê "qederê" li ber xwe bide?
Hevserokê Meclîsa Gel Firat Dûrmûş, di bersiva ji bo vê pirsê de êrîşa duh a polîsan a li hemberî ragihandina xwerêveberiyê bibîr xist û got, "4 hevalên me hatin binçavkirin, 5 hevalên me birîndar bûn. Haya me ji êrîşên dewletê yên li dijî me heye. Lê belê ji bo pûçkirina van êrîşan em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo Meclîs bikevin meriyetê, em ê têbikoş in."