Li Dîlokê 6 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin

Li Dîlokê 6 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji malbatan re gotine, 'fermana me ya kuştinê' heye.

Di çarçoveya konsepta şer a AKP'ê, operasyonên qirkirna siyasî dewam dikin. Li taxa Duztepe ya navçeya Dîlok Şahînbeyê, bi îdîaya 'amadekariya çalakiyê dikirin' 12 zarok duh bi şev saet di 23:00 de ji aliyê polîsan ve hatin revandin. Ji van 5 zarokên 10-11 salî hatin berdan, zarokên bi navê A.Ş., D.D., S.O., H.K., E.C.H, M.A.K. ên 14-16 salî û Abdullah Demîr ê tê gotin zêdeyî 18 salî ye, hatin binçavkirin.

'FERMANA ME YA KUŞTINÊ HEBÛ'

6 zarok birin Şaxê Zarokan ê Midûriyeta Emniyetê û Demîr jî birin Şaxê TEM'ê. Malbatên ku li rewşa zarokên xwe pirsîn anîn ziman ku polîsan ji wan re gotin, "Zarokên we dikarîbûn bihatina kuştin jî; fermana me ya kuştinê hebû."