Li Yarşov û Azingê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saratovê, bi daxuyaniyên çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla û gelê sivîl şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Saratovê, bi daxuyaniyên çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla û gelê sivîl şermezar kirin.
Kurdistaniyên li navçeyên Yarşova û Azingê yên bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê sivîl, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li navendên Mala Kurdan hatin dayîn de endamê Meclîsa Gel a Yarşovayê Welîd Zaxoyî axivî.
Zaxoyî di axaftina xwe de diyar kirin ku êdî gelê Kurd serî li dijî terora dewleta Tirk hilda ye û got: "Piştî hilbijartinên parlementê AKP'ê derbek mezin xwar û sedema vê yekê jî gelê Kurd dît. Ji bo hêza xwe ya berê ji nû ve qezenç bike bi hemû hêza xwe êrîşî gelê me kir. Ev êrîşên ku ne rewa ne, di asta terorê de mirov dikare binirxîne. Lê pêwîste AKP û Erdogan baş bizanibin ku gelê Kurd ti carî li ber zordestiyê serî netewandiye û her tim li hember neheqiyê jî serî rakiriye. Ev neheqiya Erdogan û dewleta Tirk dike ji hêla gelê Kurd ve bi ti awayî nayê qebûlkirin. Êdî terora dewleta Tirk cara yekem e ku ji hêla dewletên derve jî tê dîtin. Lê mixabin ji bo dewleta Tirk dev ji van êrîşan berde tiştekî nabêjin."
Li navçeya Azingê jî Serokê Otonomiya Çanda Kurd a bajarê Saratovê (Sîpan) Yakûb Hemîdov Tîmûroyevîç axaftinek kir û got: "Pêwîste li hember van êrîşên dewleta Tirk gelê me wê yekîtiya xwe xurt bike. Eger em yekîtî û tifaka xwe xurt bikin wê demê wê ev êrîşên dewleta Tirk hemû vala derkevin. Ya din jî pêwîste li hemû cihê gelê me lê dijî, li hember van êrîşan bêhelwest nemîne. Bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bike û van êrîşa lanet bike. Em jî wek Kurdistaniyên li bajarê Saratov û navçeyên wê djîn, bi tundî van êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û lanet dikin."