Faşîstan li Eskîşehîr erîşî Kurdan kirin

Li navçeya Saricakaya ya Eskîşehîrê li ser sorkirina şaredarê AKP'yî yê navçeyê komên nîjadperest 3 karkerên Kurd lînç kirin û karkerê bi navê Sabîr Bag bi giranî birîndar kirin.

Li navçeya Saricakaya ya Eskîşehîrê li ser sorkirina şaredarê AKP'yî yê navçeyê komên nîjadperest 3 karkerên Kurd lînç kirin û karkerê bi navê Sabîr Bag bi giranî birîndar kirin.

Karkerên bi navê Bayram Bag, Sabrî Bag û Kadrî Bag ên ku ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê weke karkerên demsalî yên çandîniyê hatin navçeya Saricakaya ya Eskîşehîrê rastî êrîşa komên nîjadperest hatin. Şaredarê AKP'î yê navçeyê Faruk Guler û keyayên navçeyê komên nîjadperest sor kirin û êrîş pêk anîn. 3 karkerên ji lînça komên nîjadperest a dar û keviran hatin rizgarkirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê.

Ji karkeran Bayram û Kadîr Bag li beşa lezgîn hatin dermankirin û piştre hatin taburcîkirin. Hate zanîn ku rewşa Sabîr Bag giran e û hê di beşa lezgîn de tê girtin.