3. Kongreya Awarte ya DBP'ê bi dawî bû

Di kongreya DBP'ê de ku xweseriya demokratîk mora xwe lê xist, Emîne Ayna û Kamuran Yuksek car din ji Hevserokatiya DBP'ê re hatin hilbijartin û lîsteya Meclîsa Partiyê jî bi giranî guherî.

Di kongreya DBP'ê de ku xweseriya demokratîk mora xwe lê xist, Emîne Ayna û Kamuran Yuksek car din ji Hevserokatiya DBP'ê re hatin hilbijartin û lîsteya Meclîsa Partiyê jî bi giranî guherî.

Di Kongreya 3. ya Awarte de DBP di bername û rêziknameya xwe de guherînên bingehîn pêk anî û Sosyalîzma Demokratîk tevlî bernama xwe kir. Di kongreyê de her wiha pênaseya Xweseriya Demokratîk jî hate fireh kirin û modelên "Mirovê/a nû, civaka nû" berbiçavtir hatin tarîf kirin.

Yek ji pêkhateyên HDP'ê ya herî girîng Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di Kongreya 3. ya Awarte de di bername û rêziknameya xwe de guherînîn bingehîn pêk anî. DBP'ê, esasên bernama xwe li ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Zayendî" ava kir û bi vî rengî nêrînên Ocalan ên derbarê civak û jiyanê de zêdetir di bernama xwe de bi cih kir.

TÊGEHA SOSYALÎZMÊ KET RÊZIKNAMEYA DBP'Ê

DBP ku di rêziknameya xwe ya berê de partiyê wek "dezgeha siyasî ya mafên bingehîn esas e" tarîf kiribû, di rêziknameya nû de modela Sosyalîzma Demokratîk esas girt. Di rêzîknameyê ji bo DBP pênaseya "DBP partiyeke Demokratîk Sosyalîst e ku li ser esasên Paradîgmaya Civakî ya Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Zayendî ava dibe" hate kirin. Her wiha di rêziknameyê de modelên "xweseriya demokratîk" û "rêveberiya cewherî" bi hemû şaxên xwe hatin fireh kirin.

Di bername û rêziknameyê de di çarçoweya modelên aborî yên Xweseriya Demokratîk de li ser aboriya komunal jî nîqaş û nêrîn hatin pêşxistin.

Kongreya 3. ya Awarte ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dengdanê bi dawî bû. Di encama dengdanê de Emîne Ayna û Kamuran Yuksek car din ji Hevserokatiya DBP'ê re hatin hilbijartin û lîsteya Meclîsa Partiyê jî bi giranî guherî. Navên ku ji Meclîca Partiyê re hatin hilbijartin ev in: "Abdulbakî Ozboganlı, Firat Alokmen, Muzaffer Dursun, Abdurrahîm Tanyerî, Fîkrîye Aytîn, Nadîr Yildirim, Arzu Kaya, Gulcîhan Şîmşek, Naîm Küçükkaya, Aslan Îşler, Gulîstan Balkaş, Omer Ocalan, Aynur Coşkun, Gultekîn Alpek, Ozlem Yanat, Berat Anli, Hacer Ozdemîr, Pero Dundar, Bermal Bîrtek, Haci Gecîken, Ruken Karagoz, Celalettîn Gulgen, Halîl Aksoy, Sabîha Onar, Cengîz Sokmen, Hasan Înatçi, Salîh Akdoğan, Cîhan Ekîn, Hasan Vural, Salîh Keleş, Cîhan Guneş, Hatîce Şen, Semîha Varli, Cuneyt Aslan, Herdem Kizilkaya, Semra Demîr, Çîmen Alturk, Husamettîn Zenderlîoglu, Seve Demîr, Çîmen Işik, Huseyîn Arasan, Sezar Duruk, Demîr Çelîk, Huseyîn Yilmaz, Songul Enîştekîn, Emrullah Kalkan, Mazlum Tekdag, Suzan Paçal, Ercan Akyol, Mehmet Arslan, Unal Ahmet Çelen, Ercan Arslan, Mehmet Salîh Yildiz, Yunus Duru, Ercan Sezgîn, Mehmet Yavuzel, Yusuf Koyun, Ergîn Balta, Meryem Adibellî, Yücel Arslanşen, Eyup Koaz, Mîyesser Çelîk, Zahîde Besî, Fatma Gul, Muazzez Ateş, Zekî Erden, Ferîde Laçîn, Muhammed Zengîn, Ferît Yildiz, Muharrem Erbey."