Jina li Edeneyê hat binçavkirin rastî îşkenceya zayendî hat!
Li Edeneyê, derket holê ku Fîgen Şahîn a hat binçavkirin, rastî îşkenceya zayendî hatiye. Şahîn hînê di binê çavan de tê ragirtin.
Li Edeneyê, derket holê ku Fîgen Şahîn a hat binçavkirin, rastî îşkenceya zayendî hatiye. Şahîn hînê di binê çavan de tê ragirtin.
Li Taxa Daglioglû ya navçeya Edene Seyhanê, polîsên ku di dema ragihandina xwerêveberiyê de bi guleyên rastî êrîşî girseya gel kirin, zêdeyî 10 kes bi lêdanê binçav kiribûn.
PARÊZER WÊ GILÎ BIKIN
Yek ji binçavkiriyan Fîgen Şahîn (25) e. Derket holê ku polîsan di wesayîta polîsan û li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê îşkenceya zayendî li Şahîn kirine. Şahîn hînê di binê çavan de ye. Parêzerên Şahîn diyar kirin ku polîsan di wesayîta polîsan de bi pihîn û qondaxa çekê li cihê genîtal û sînga Şahîn dane.
Parêzeran ragihandin ku Şahîn ketiye rewşeke welê ku nikare bimeşe û anîn ziman ku ew ê ji ber sûcê îşkenceya zayendî giliyê polîsan bikin.
Li gorî agahiyan, 8 kesên bi Şahîn re hatine binçavkirin jî rastî îşkenceyê hatine.