Parêzeran îtîrazî girtina Aktaş ê HDP'yî kirin

Parêzeran îtîrazî girtina endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Aktaş kirin.

Parêzeran îtîrazî girtina endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Aktaş kirin.

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)’ê Veysî Eskî, Banû Guveren îtîrazî girtina endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Bercan Aktaş kirin.

Parêzeran daxwaznameya îtîrazê pêşkêşî Dadgeriya 7. a Sulh Ceza ya Stenbolê kirin û xwestin Aktaş ê bi hinceta peyamên bi rêya tevna civakî bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ tê darizandin, bi awayekî serbest bê dadgehkirin.

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku biryara girtinê ne hiqûqî ye.