Li Saarlandê xebatên hilbijartinê destpê dikin
Pêkhateyên HDP'ê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê li eyaleta Saarland a Elmanyayê dest bi xebatên hilbijartinê dikin.
Pêkhateyên HDP'ê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê li eyaleta Saarland a Elmanyayê dest bi xebatên hilbijartinê dikin.
Pêkhateyên HDP'ê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarlandê civiyan û diyar kirin ku ew texmîn dikin AKP a ji encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne razî ye wê ji nû ve hilbijartinê pêk bîne. Di axaftinên li civînê de hat ragihandin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP hatiye sekinandin û di hilbjiartinên 1'ê Mijdarê de jî wê AKP ji desthilatdariyê bê xistin, desthilatdariya gel were avakirin û ji her kesî hat xwestin ku li ser vê bingehê tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
KOMÎSYON TÊN AVAKIRIN
Beşdarên civînê diyar kirin ku ji ber bêtecrûbeyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hin kêmasî rû dane û di civînê de Saarland û derdora wê bi 8 herêmên hilbijartinê dabeş kirin û rêveberiyek ji 5 kesan ava kirin. Rêveberî wê xebatên hilbijartinê yên li Saarland û derdora wê organîze bike. Her wiha komîsyona ji 11 kesan jî wê li 8 herêman belav bibe û komîsyonên hilbijartinê yên herêmî ava bike. Ev organîze wê di nava hefteyekê de bê kirin.
STRATEJIYA JI DU QONAXAN
Li gorî stratejiya ji du qonaxan a di civînê de hat destnîşankirin; yên qeyda hilbijêriyê nîne wê werin tespîtkirin û birin û anîna hilbijêran ji bo Maînzê were organîzekirin.