Hevşaredarên Farqîn û Sûrê hatin girtin
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê hatin girtin.
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê hatin girtin.
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên DBP'yî, ku di operasyonên qirkirina siyasî yên 19'ê Tebaxê de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevserokê DBP'ê yê Sûrê Alî Riza Çîçeklî, xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez û Hasan Irmak, Abdulnesîm Baran piştî ragirtina sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyan, ji bo siyasetmedarên Kurd werin girtin şand dadgehê. Dadgeha Nobedar jî heta derengiya şev îfade girt û bi îdîaya "Xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê" ya xala 302. a Qanûna Ceza ya Tirk, biryara girtina Narîn, Barût, Bodakçi, Çîçeklî û Olmez da.
Hasan Irmak û Abdulnesîm Baran jî hatin berdan.