Rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku AKP û Serokkmarê Tirk Erdogan pêvajo bêpevçûn a zêdeyî 2 salan, qedandine. Rewşenbîr û hunermendên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin ku ev şerê ji nû ve hatiye destpêkirin şerê înkarkirina Kurdan û 'şerê parastina qesrê' ye.
'PÊVAJO EV DU SAL IN BI NIYETA BAŞ A PKK'Ê DIMEŞIYA'
Derhênerê Wêne-Dokûmanterê Samî Solmaz diyar kir ku ji destpêkê ve diyar bû pêvajoyê bê vê astê û got, "Hînê beriya çar salan, Bulent Arinç bi gotina 'Eger pêwîstî pê hebe em ê modela Srî Lankayê bimeşînin' mukur hatibû ku wê ev rewş rû bide. Pêvajo ji xwe tinebû, ku bi qede. Bİ tenê pêvajo bi niyeta baş a PKK'ê dewam dikir."
Solmaz da zanîn ku piştî Rojava her tişt guherî û ev nirxandin kir: "Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî, bû mînakek. Li pêşberî vê yekê li Bakurê Kurdistanê jî hat ragihandin ku wê xwerêveberî, xweparastina Kurdan pêk were û ev yek helwesteke rast bû. Tevî ku TC şer ji nû ve û bi awayekî mezintir da destpêkirin jî li 7 jîngehan xwerêveberî hat ragihandin. Li gel vê yekê hêzên xweparastinê li bajaran hatin avakirin û ev rêxistinbûyîn xweparastinê dike. Bi dîtina min wê di demeke nêz de li Bakurê Kurdistanê kanton ava bibin. Di heman demê de hêvî û bendewariya min jî ev e."
'ERDOGAN DÎKTATORIYA XWE RAGIHAND Û ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Hunermend Ferhat Tûnç jî da zanîn ku faktora yekane ya rûdana vê rewşê Erdogan bi xwe ye û anî ziman ku Erdogan dixwaze sîstemek dîtatoriya yek şexsî ava bike.
Tûnç ragihand ku vîna xwerêveberiya Kurdan gav bi gav bi pêş dikeve û li hemberî êrîşên topyekûn ên dewletê jî mekanîzmaya xweparastinê hatiye avakirin.
Tûnç got, "Ev yek mafekî gelekî demokratîk e. Li pêş çavan e ku ev şer ne şerê me ye, ne şerê gelên vî welatî ye. Ev şer şerê îlankirina dîktatoriya Erdogan e. Bi dîtina min, ji bo ku em nebin aliyekî vî şerî divê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. Pêwîste em Erdogan bidin sekinandin û ji bo vê jî divê em xwe ji ti fedekariyê venegerin."
Tûnç destnîşan kir ku rêya pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê, xilasbûna ji zîhniyeta Erdogan û AKP'ê ye.
'AKP MÎNA PARSEKAN LI KURDAN DINÊRE!'
Hunermend Farqîn Azad da zanîn ku xala bingehîn a bidawîbûna pêvajoyê, hişmendiya 'ya tuyê li gorî daxwaza min jiyanekê qebûl bike, yan jî ez ê vê jiyanê li te bikim zîndan' e.
Farqîn Azad da xuyakirin ku AKP bi gotina, 'Em çi bidin we divê hûn pê razî bin. Di dema hikûmeta me de Kurd li Tirkiyeyê hatin naskirin, maf hatin dayîn. Bi zimanê we TV heye, qursa ziman heye. Me ewqas dan we, hûn hînê çima nasekinin' nêzî Kurdan dibe û dixwaze vî gelî bi temamî bêden bike. Farqîn ragihand ku gel pêvajoyên bi vî rengî gelekî dîtiye û wê vê rêveçûnê bisekinîne.
Hunermend Farqîn Azad diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê ya hatiye sekinandin ji nû ve were meşandin, demek ji ya din zûtir bi mûxatabê bingehîn ê pêvajoya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin û ji bilî mirinên xwezayî li vê erdnîgariyê kesek nemirin.
Farqîn got, "Ji bo vê divê hunermend, rewşenbîr û nivîskarên vî welatî sekneke dijberiya şer nîşan bidin. Pêwîste zarokên gelên vî welatî êdî di vî şerê qirêj de nemirin. Em welatekî demokratîk azad ê hevpar ava bikin û bi hev re bijîn."
'NE ŞERÊ GELAN E, ŞERÊ DEWLETÊ YE'
Necmettîn Salaz da zanîn ku ya ku pêvajo aniye vê nuqteyê ne tenê AKP ye, di heman demê de hêrs û daxwaza hêzên serdest ên Tirk ji bo serdestiya li Bakurê Kurdistanê ye.
Salaz anî ziman ku di demeke gelê Kurd herî zêde xwe bi rêxistin kiriye û ji her tiştî re çareyê dibîne de, rûdana cînayetên sivîl wê nikaribin pêşî li têkoşîna wan bigire.
Salaz got, "Gerîla û berxwedêrên li bajaran dixwazin vê bêjin: 'eger em bixwazin em dikarin bajaran dagir bikin û bikin ku polîs û leşkerên we nikaribin ji qereqolan derkevin derve.'"
Salaz da xuyakirin ku ev şer şerê serdestiyê yê rêveberên Tirkiyeyê ne û ev xal destnîşan kir: "Şer ne şerê Kurd-Tirkan e. Bi rastî jî şerê dewamkirina serdestiya serdestên TC ye. Ji bo gelên Kurd û Tirk li dijî hev şer bikin, ti sedem nîne. Ew hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin û zarokên xwe têr bikin. Lê belê hêzên serdest li bendê ne ku makîneyên jimartina pereyan ên li malên wan bixebitin. Pirsgirêk ev e. Aliyê bingehîn ê şer jî ev e."