‘Eger ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan bibe weke Qedafî’

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle yê di kongreya DBP'ê de axivî diyar Ocalan ji wan re nirxandina "Bila ev ji artêşe zêde bawer nekin. Artêş a NATO'yê ye. Heke kar ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan wekî Qedafî li kolanê lînckirin be" kiriye.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di kongreya DBP'ê de axivî diyar kir ku ji bo destketiyên gelê Kurd ji holê bên rakirin şer hatiye destpêkirin û Ocalan ji wan re nirxandina "Berê jî birêz Ocalan ji me re gotibû. Bila ev ji artêşe zêde bawer nekin. Artêş a NATO'yê ye. Heke kar ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan wekî Qedafî li kolanê lînckirin be" kiriye. Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî der barê tezgereya şer a ku ji meclîsê re hatiye şandin nirxandina "Em dibêjin hodrî meydan, heke gel ji bo biçin leşkeriyê li şubeyên leşkeriyê ketine rêzê, leşkeriya mecbûrî rakin, bila wezîrê we yê şehîd dixwaze bila bibe niyazî" kir.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di kongreya DBP'ê de axivî û diyar kir ku Rojhilata Navîn ji 1990’an heta niha di bin xwînê de ye û wiha got: "Çi diqewime, piştî ku cihana du qutb bi dawî bû, hêzên kurewî yên cîhanê dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Ev xeta yekemîn ango daxwaza dizaynkirina herêmê ya hêzên kurewî yên emperyal, xeta duyemîn jî xeta Tirkiye, Erebistana Siûdî û Katarê ya bi DAIŞ'ê re dibe yek. Dema ku rêbertiya me û siyaseta me bi şoreşa Rojava re destpê kir aşkera kirin wê xeta sêyemîn bişopînin. Ev xeta demokratîk a bindestan e."

'KONGRE BANGAWAZIYA BÊÇALAKÎBÛNÊ DIKE'

Dîcle bilêv kir ku Kurd ev 100 sal in li dijî bêstatubûnê têdikoşin, bi perspektîfa xweseriya demokratîk hewl didin îradeya xwe derxin holê û ev tişt anî ziman: "Birêz Ocalan ji bo ku ev agirê Rojhilata Navîn me jî nekişîna nava xwe û ev yek li Tirkiyeyê belav nebe gelek hewl da. Lê ev keda 3 salan û hewldan bi êrîşeke mezin hate bersivandin." Dîcle da zanîn ku li dijî gelan konseptekî şer a dijwar hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekê hezmnekirina Şoreşa Rojava û daxwaza pûçkirinê ye, serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê berhewa kirine. Jixwe tişta ku tê gotin şer şîdeta desthilatdaran a li dijî bindestan e." Dîcle got ku tevgera azadiya Kurd li dijî vî şerê hatiye ferzkirin bi "şerê rewa" ve bersiv daye û kongreya awarte ya KCD'ê banga "Jİi bo axa Tirkiye û Kurdistanê nekeve nava şerê Rojhilata Navîn bêçalakîbûneke xurtkirî û ya dualî" bikeve dewreyê bangawazî kiriye.

JI OCALAN HIŞYARIYA KRÎTÎK

Dîcle bal kişand li ser şertên muzakereyê jî û nirxandina "ve carê ji bo muzakereyan divê şertên azad ên birêz Ocalan bên afirandin divê destpê bike" kir. Dîcle ku îfadeyên "ev şer ne tenê civakê, wê xwediyên konsepta şer bişewitîne" bi kar anî. Dîcle destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinekê de nirxandina "ev artêşa NATO'yê ye" ji wan re kiriye û gotiye ku AKP'ê divê zêde baweriya xwe bi vî artêşê neyne û hişyariya "Heke ev kar ji kontrolê derkevin wê aqûbeta wan ne wekî Ozal jehrîkirin ne jî wekî ya Menderes darbe be. Aqûbeta wî wê wekî Qedafî li kolanê lînckirin be" ji wan re kiriye.

Dîcle bal kişand ser nîqaşên pergala serokatiyê ya ji aliyê Erdogan ve hatin destpêkirin û got, "Ya dixwazin dîktatoriyeke xerab a weke Osmaniyan e. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake." Dîcle, anî ziman ku divê teqez li Tirkiyeyê pergalek demokratîk a ademî merkeziyetçî pêk bê û DBP û Kurdistan wê bi hev re têkoşînê bikin.

'HEKE HÛN ŞAREDARAN BIGIRIN GEL WÊ DEST DEYNE SER WAN ŞAREDARIYAN'

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku hemû êrîşên li hemberî DBP'ê pêk tê weke li hemberî wan pêk tê dê bihesbînin û wiha got: "Şaredar bi hinceta serî hildan hatine girtin. Nemimkûne em vê bêrûmetiya li hemberî gel hat kirin qebûl bikin. Niha dibêjin wê bi van êrîşan me bêzar bikin. Bi operasyonên KCK'ê re 10 hezar kes hatin girtin çi bû? Gel çû dest danî ser şadariyan û ew der rêvebirin." Tuncel anî ziman ku ev nêzîkahî dê şer kur bikin û agirê hati hilkirin dê li tevahî Tirkiyeyê belav bibe. Tuncel da zanîn ku hemû pêkanînên di salên 90'î de pêk hatin di serdema AKP'ê de di awayekî zagonî pêk tên. Tuncel bilêv kir ku şerê li hemberî kurdan pêk tê kurdan nade rawestandin û wiha got:"Arîn Mîrkan û Seyîd Rizayên me hene." Tuncel balkişand ser maseya muzakereyê û wiha axivî: "Yên mase xirabkirin vîna gel tune dihesibînin. Ew heya dawî dibêjin şer em dibêjin berxwedan."

'RAKIN LEŞKERIYA BI ZORÊ WEZÎRÊ DIXWAZE BIBE ŞEHÎD BILA NIYAZÎ BIBE'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî rêveberiya xweseriya demokratîk mijarekî careke din di bin sivana HDP'ê de bê nîqaşkirin e û wiha got: "Yên li hemberî kesên rêveberiya cewherî îlan kirin dijminahî û înfaz xistin dewreyê re dibêjin ev modela dawî ya aştiya Tirkiyeyê ye. Bîlgen anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya demî di şer de israr dike û wiha axivî: "Em ji kesên dixwazin teskereya şer derbixin û bi lezgînî anîn meclîsê re dibêjin ev ji we re qad. Şehîdbûn karekî vînê ye. Heke hûn ji welatparêziya gel bê fikar nebin tezkereya şer û leşkeriya bi zorê rabikin. Wezîrê me yê dixwaze bila bibe şehîd yê dixwaze bila bibe gazî û yê dixwaze bila bibe niyazî." Bîlgen da zanîn ku Erdogan weke kesên beriya xwe di axive û wiha axivî: "Di heman çem de du caran nayê şuştin. Ji ber ku çem heman çem nîn e. Kurd êdî kurdên berê nîn in."

Bîlgen Waliyê Agiriyê jî rexne kir û wiha pê de çû: "Em çawa li pey sozên xwe dirawestin hûn jî wisa li pey sozên xwe rawestin. Waliyê Agiriyê bêxin hilbijartinê ka dê gel me a wî hilbijêre em bibînin."

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim jî balkişand ser rêveberiyên cewherî.