Medya Swêdê di hefteyên dawî de cih dide nûçeyên li ser Swêdiyên ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê. Rayedarên PYD'ê yên Swêdê ji medya vî welatî re ragihandin ku bi qasî 500 Ewropayî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dikin.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF
STOCKHOLM
yekşem, 23 gelawêjê 2015, 07:46
Medya Swêdê di hefteyên dawî de cih dide nûçeyên li ser Swêdiyên ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê. Rayedarên PYD'ê yên Swêdê ji medya vî welatî re ragihandin ku bi qasî 500 Ewropayî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dikin.
Tê gotin ku tevî Swêdiyan şervanên biyanî li nava refên YPG'ê di yekîneyeke bi navê "Şêrên Rojava" de cih digirin û gelek Ewropayiyên bi eslê xwe Kurd jî, ji bo li nava refên pêşmergeyan şer bikin çûne Başûrê Kurdistanê.
Nûnerê Rêveberiya Herêma Kurdistnê yê li Swêdê Zanyar Kadir, ew mirovan ji bo şer teşwîq nakin, hîn bêhtir ew teşwîqî alîkariya însanî dikin.
Berdevkê pêşmergeyên piştî jiyaneke dirêj a li Swêdê vegeriyan Başûrê Kurdistanê Ahmad Mayî jî anî ziman ku Swêdî jî di nav de gelek Ewropayî bi pêşmergeyan re şer dikin.
Tevî ku tê zanîn gelek Swêdî li nava refên YPG û pêşmergeyan şer dikin, piraniya van şervanan nasnameya xwe ji raya giştî re aşkera nakin. Yek ji Swêdiyên di nava refên YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şer dike û nasnameya xwe aşkera kiriye, Jesper Soder e.
Soder anî ziman ku ji bo rewşa li Sûriye û Rojava ji raya giştî ya Swêdê û cîhanê re vebêje, di heman demê de ji bo desteka ji Kurdan re peyda bike, wî nasnameya xwe aşkera kiriye. Soder da zanîn ku bi qasî 400 Swêdiyan bi rêya medya civakî jê re ragihandine ku ew dixwazin tevlî têkoşîna li Rojava bibin.
Soder da xuyakirin ku di nava yekîneya wî de bi sedan jin û mêrên Îngilîz, Fransayî, Îtalyan, Amerîkî û Kanadayî hene û sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên YPG'ê bi vî rengî vegot: "Min xwe neçar dît ku divê li dijî komkujiyên DAIŞ'ê yên li hemberî mirovên ji netewe û baweriyên cuda dike, tiştekî bikim. Bi bexşa ji 100 kronî re min nikarîbû wijdanê xwe rehet bikim. Dibe ku her kes nikaribe tevlî refên YPG'ê bibe, lê bi awayekî dikare tevkariyê li têkoşînê bike. Kurdan ez weke ji xwe qebûl kirin. Ne tenê Rojava û Sûriye, welatên Ewropa jî bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ne. Ez hewl didim bibim alîkar ku bêyî xeterî xwe bigihîne vê derê, li wir bê astengkirin."
Soder anî ziman ku ji ber teqîna mayînê ji bo dermankirinê ew hatiye Swêdê û kengî tedawiya wî qediya ew ê vegere nava yekîneya xwe ya li Rojava.
Ji pisporên navdar ê terorê Hans Brûn da xuyakirin ku mirov ne ji bo serpêhatiyê, ji ber sedemên îdeolojîk û exlaqî diçin şer dikin, lê belê yên diçin Sûriyeyê ji bilî îdeolojiyê ji ber hin sedemên cuda jî diçin.
Brûn yên ji bo li nava refên DAIŞ'ê şer bikin diçin, şiband Naziyên di Duyemîn Şerê Cîhanê de li nava refên Hîtler şer dikirn û got, "Dilxwazên SS û dilxwazên DAIŞ'ê gelekî dişibin hev. Siyaseta SS ji holê rakirina hin koman û avakirina yekîtiya nîjadê bû. Polîtîkaya DAIŞ'ê jî ji bo avakirina yekîtiya ol, ji holê rakirina hin koman e."
Hans Brûn diyar kir ku di demên nûjen de ti carî ewqas zêde mirov ji bo şer bikin neçûne Iraq û Sûriyeyê û mirovên ji bo tevlî refên YPG û pêşmergeyan bibin çûne jî şiband şervanên li refên Komargehên di şerê navxweyî yê Spanyayê de li dijî faşîzma Franco şer kirin.
Di vê navberê de polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) ragihand, ku li gorî texmînên wan bi qasî 300 kes ji Swêdê çûne Iraq û Sûriyeyê û di nava DAIŞ'ê de şer dikin.