Li Edeneyê, Aydin ê di çalakiya protestokirina AKP'ê de ji her du lingên xwe birîndar bû, rastî îşkenceya polîsan hat. Aydin bi birîndarî li emniyetê tê sekinandin û fikar li ser jiyana wî heye.
Li Edeneyê, Erkan Aydin (21) ê di xwepêşandana şermezarkirina polîtîkaya şer a AKP'ê de ji ber guleyên polîsan ji her du lingên xwe birîndar bû, hat hînbûn û rastî îşkenceyê jî hatiye.
'POLÎS GULE LI DERDORÊ REŞAND'
Şahidê bûyerê kesê bi navê S.Ç. diyar kir ku polîsan ji bo kuştinê li Aydin dane û heqaret li mirovên hatin alîkariya wî, kirine.
S.Ç. da xuyakirin ku dema bi dehan ciwanan li ber qehwexaneyê komkujiyên li Kurdistanê protesto dikirin, polîsên Tirk bi maşînên zirxî ketine nava taxê û avêtine ser malan. S.Ç. da zanîn ku polîsan bi çekên giran gule li derdorê reşandine.
'POLÎSAN BI QODAXÊ DEMEKE DIRÊJ LÊ DAN'
S.Ç. anî ziman ku Aydin ji bo xwe ji guleyên polîsan biparêze reviya ye, lê polîsan gule berdane her du lingên wî. Şahidê bûyerê ragihand ku kesekî hewl daye alîkariyê bide Aydin ê ber bi Navenda Tipê ve diçû, lê belê ji ber destwerdana polîsan, Aydin li erdê hatiye hiştin. S.Ç. diyar kir ku polîsan demeke dirêj bi qondaxê li Aydin dane û piştî ku ji ser hişê xwe çûye ew li maşîna zirxî siwar kirine û bi lez û bez ji cihê bûyerê çûne.
Polîsan nehiştin Aydin li Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê bê dermankirin û piştî mudaxleya destpêkê ew birin Midûriyeta Emniyetê.
Aydin bi birîndarî li emniyetê tê ragirtin û li ser jiyana wî fikar hene.