Hevşaredarên hatin girtin sirgûnî girtîgehên Enqere Kirikkale hatin kirin
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û duh hatin girtin, sirgûnî girtîgehên Enqere û Kirikkaleyê hatin kirin.
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û duh hatin girtin, sirgûnî girtîgehên Enqere û Kirikkaleyê hatin kirin.
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û duh hatin girtin, sirgûnî girtîgehên Enqere û Kirikkaleyê hatin kirin. Hevşaredar duh êvarê hatin sirgûnkirin. Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Sûrê Alî Riza Çîçeklî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût û Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, tevî xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin.