HDP'ê dema serledanê heta 7'ê Îlonê dirêj kir
HDP'ê dema serlêdanên bernamzetiya parlamenteriyê heta 7'ê Îlonê dirêj kir.
HDP'ê dema serlêdanên bernamzetiya parlamenteriyê heta 7'ê Îlonê dirêj kir.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Navendî ya HDP'ê, der barê dema serlêdana namzetiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di civîna destpêkê ya li ser hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de me biryar dan, ku eger hevalên me yên hêja yên di lîsteya me ya 7'ê Hezîranê de cih girtine careke din serî lê bidin wê beşeke girîng a ji wan careke din bên nirxandin, lê belê bi şertê ku guhertineke berfireh nebe, wê di lîsteyên namzetan de hin guhertin werin kirin û ji bo serlêdana bernamzetiyê jî dem heta 7'ê Îlonê roja Duşemê bê dirêjkirin."
HDP'ê bang li her kesên ku dixwazin di nava lîsteyên me yên namzetiyê de wezîfeyê bigirin dikin, ku serlêdana bernamzetiyê bkin."