HDP: Dest ji Şaredariyên DBP'yî berdin!
HDP'ê nerazîbûn nîşanî zextên li Şaredariyên DBP'yî tê kirin da û got, "Nabe ku vîna siyasî û demokratîk a bi mîlyonan mirovan tine bê hesibandin û were binpêkirin."
HDP'ê nerazîbûn nîşanî zextên li Şaredariyên DBP'yî tê kirin da û got, "Nabe ku vîna siyasî û demokratîk a bi mîlyonan mirovan tine bê hesibandin û were binpêkirin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê zextên li ser Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezareta Karên Hundir, der heqê şaredariyên DBP'yî de du lêkolîn daye destpêkirin. Wezareta ku beriya niha mufetîşên mulkiyeyê ji bo kontrolê şandibû 102 şaredariyan, niha jî kontrolkarên Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Herêmî, ji bo lêpirsîna 'hevserokatiyê' şandiye."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "AKP dixwaze rêveberiyên herêmî yên ji aliyê gelê li herêmê ve hatine hilbijartin û şaredariyên gel bi xwe temsîl dikin, bêbandor û bê fonksiyon bihêle. Hemû mijarên ku Şaredariyên DBP'yî dinirxînin, di çarçoveya pîvan û rêveberiyên demokratîk ên gerdûnî de ne.
Mixabin piraniya qanûn û pêkanînên demokratîk ên li welatên pirsgirêkên xwe yên bi vî rengî çareserkirine hene, li Tirkiyeyê bi cih nayên anîn. Pîvana piralîtî ya demokrasiyê hînê ji nedîtî ve tê. Li Tirkiyeyê hînê hewl tê dayîn zîhniyeta yekparêz, navendîparêz û serdestiya çanda vê zîhniyetê bê dewam kirin.
'DIVÊ DIJDERKETINA LI XALÊN ŞERTÊ XWESERIYÊ WERE RAKIRIN'
Modela hevserokatiyê mafekî demokratîk e. Yek ji wan rêyan e ku jinên ji aliyê sîstema bi serdestiya mêr ve li deveyî rêveberî û siyasetê hatine hiştin, tevlî rêveberiyê were kirin e. Ev mafê ji bo partiyên siyasî qanûnî ye, mafekî demokratîk û rewa ye ku tevî rêveberiyên herêmî divê li her qadê were bikaranîn.
AKP û CHP ên rakirina dijderketina li xalên Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û zêdekirina derfetên rêveberiya xwecihî, li meydanan û di beyannameyên xwe yên hilbijartinê de soza wan dane, divê karê ku destpêkê bike, ev be."
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Nabe ku vîna siyasî û demokratîk a bi mîlyonan mirovan tine bê hesibandin û were binpêkirin."