Mala Cem a Pîr Sûltan a Îzmîrê di nav hefteyekê de cara sêyemîn rastî êrîşê hat!

Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a li Egekent 2 a Menemen a Îzmîrê di nav hefteyekê de cara sêyemîn rastî êrîşê hat. Rêveberiya agahiya êrîşê da polîsan bersiva serlêdana fermî bikin girtin.

Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a li Egekent 2 a Menemen a Îzmîrê di nav hefteyekê de cara sêyemîn rastî êrîşê hat. Rêveberiya agahiya êrîşê da polîsan bersiva serlêdana fermî bikin girtin.

Li hemberî Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a li Egekent 2 a Menemen a Îzmîrê di nav hefteyekê de cara sêyemîn êrîş pêk hat. Êrîşa bi şkandina lambayên ku baxçeyê Mala Cem ronî dikin destpê kir, herî dawî jî li derve bi şkandina 5 guldankan dewam kir. Rêveberên Mala Gel diyar kirin ku der barê bûyerê de agahî dane polîsan, lê ti girtek nehatine girtin û Qereqola Polîsan a Menemen ji wan re gotine ku divê bi gilînameyê serlêdanê bikin.

Rêveberê Mala Cem a Ahmet Oz ê agahî da ANF’ê diyar kir ku ev êrîş hefteyeke didomin û polîs li cihê bûyerê bê ku lêkolînekê bike veqetiyaye. Oz wiha dewam kir: “Em bang li polîsan dikin, lê ji ber guldank hatine şkandin cidî nagirin. Xwetin em bi gilînameyê serî li emniyetê bidin. Em ê jî ji bo vê hefteyê serlêdana xwe bikin. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê dest ji êrîşkaran bernedin.”

...