Meşa dirêj a ciwanan bi coş bi dawî bû

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Ciwanên Azad de meşa li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir îro li Dusseldorf bi dawî bû.

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Ciwanên Azad de meşa li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir îro li Dusseldorf bi dawî bû.

Meşa dirêj a ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, li bajarê Dusseldorf ê wê sibe 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bê lidarxistin bi dawî bû.

Meşa dirêj a bi dirûşma, “Xwedî derkeve” pêk hat, li Dusseldorf Platzdes Landtags destpê kir. Ciwanan ji ber di navenda bajêr de dimeşiyan dirûşmên, “Bijî Azadî”, “Bijî Rojava”, “Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe” û hwd li kolanên bajêr qîr kirin.

Di çalakiyê de ku belavokên têde azadiya Ocalan tê hatin belavkirin, ciwanên tîşortên kesk û sor û zer li xwe kiribûn bi fîtik û tilîliyan coş rakirin asta herî bilind. Piştî meşa rêya 6 kîlometreyan ciwanan li pêşiya Navenda Çandê ya Dusseldorfê govend gerandin. Meş bi dirûşma  “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Piştî meşê Komîteya Amadekar a Meşê da xuyakirin ku meş bi moraleke mezin berdewam kir. Komîteyê diyar kir ku amadekariyên festivalê temam in û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî vê festîvalê bibin.”

NECO AL: DIVÊ CIWAN LI QADAN BIN

Neco Al ê ji bajarê Hannover ê Elmanyayê tevlî meşî bû destnîşan kir ku bi ciwanên dimeşîn re dixwazin tarzê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dîde jîyanî bikin. 

Al got ku dema komploya li hember Ocalan çêbû, biçûk bû û wiha axivî: “Dema Rêbertî hat girtin malbata min tevahî giriya. Wê demê min ti wate neda vî girî lê piştî ez mezin bûm bê ev komplo çi ye min fêm kir.”

Al, bang li ciwanan kir ku ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

...