Li Cizîrê kesek hat qetilkirin

Li taxa Nûr a Cizîrê di encama êrîşa leşker û polîsên tevgera taybet a bi çekên giran de, kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Nûr a Cizîrê di encama êrîşa leşker û polîsên tevgera taybet a bi çekên giran de, kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku bi saetan di bin êrîşa çekên giran de ye, li kolana Botaş a Nûrê, polîsan ji maşînên zirxî çekên bombeavêj bi kar anîn. Di encama vê êrîşê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn. Birîndarê rewşa wî giran, ji ber hatina ekîbên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, jiyana xwe ji dest da.