Bi hezaran kes li qada festîvalê kom dibin

23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî îro bi şîara, “Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk ava bikin” li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê pêk tê.

Danê sibehê bi dehhezaran Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewropayê hatin li qada festîvalê kom dibin.

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya aktîvîteya çandî ya herî mezin a Kurdên Ewropayê ye, 23 sal e li bajarên cuda yên Elmanyayê tê lidarxistin. Festîvala her sal bi şîareke cuda tê lidarxistin, îsal bi dirûşma, “Festîvala Gelan” bi şîara “Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk ava bikin-Em ê rê nedin faşîzmê” pêk tê.

Di festîvalê de ji bilî çalakiyên çandî giraniyeke peyamên siyasî jî hebûn, vê sale jî wê piştgiriya Şoreşa Rojava, ‘Herêmên Xweser’ ên li Şengal û Bakurê Kurdistanê hatin îlankirin bên kirin. Ev festîval bi hevkariya Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa (ABDEM) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Elmanyayê (NAV-DEM) tê lidarxistin. Heyeta HDP’ê ya di seroktiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, heyeta parlementerên HDP’ê, heyetên Rojava û Şengal, gelek nûnerên saziyên çep û demokratîk ên Kurd, Laz, Çerkez, Ermenî, Elewî, Tirk wê di festîvalê de cih bigirin.

Li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, PYD, KJAR, TJK-E, HPG, YPG’ê û wêneyên Şervan, Ekîn Van, Erdal Nûda, Tolhildan Firat, Harun Raman û gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Jnên bi cilên xwe yên neteweyî qad tijîkirin, bi dirûşmên xwe piştgiriyê didin xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê.

 

...