Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, têkildarî pêşveçûnên di rojevê de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Bîlgen anî ziman ku HDP wê xebatên xwe yên aştiyê zêde bike, her rêyê nîqaş û biceribîne. Bîlgen wiha dewam kir: "Gotina di Desteya Rêveber a Navendî de heyetek hatiye avakirin, wê biçe Qendîlê û banga agirbesta yekalî bike spekulasyon e.”
'RAWESTANDINA PEVÇÛNAN WEZÎFEYA HIKÛMETÊ YE'
Bîlgen anî ziman nêzîkatiyên têkildarî aştiyê divê rast û encamgir bin. Bîlgen diyar kir ku ya mafê jiyanê bixe garantiyê û dawî li pevçûnê bîne hikûmet e.
Bîlgen diyar kir ku ji bo atmosfera bi pevçûn bi dawî bibe weke HDP li ser hikûmetê çêkirina zextê, berpirsiyariya wan a li hember hilbêjiran e û wiha axivî: “Qendîlê nêrîna xwe û bê wê aştî çawa çêbibe bi raya giştî re parve kir. Divê gelên Tirkiyeyê bi helwestên xwe piştgiriya aştiyê bikin û vê xwesteka xwe jî xurttir bikin. Divê hikûmet polîtîkayên xwe li ber çavan re derbas bike. Em dixwazin dîsa bînin bîra wan ew tişta rakirine sarincê mafên mirovan, demokrasî û xwestekên aştiyê ne.”
Bîlgen da xuyakirin ku plana wan ev e bi tevlîbûna tevahî parlamenterên xwe “civîna komê” li bajarê pevçûn lê zêde çêbikin.