Kartal: Di 1'ê Mijdarê de divê AKP were têkbirin; HDP bê pêşvebirin
Hevserokê KONGRA GEL Kartal destnîşan kir ku divê di 1'ê Mijdarê de AKP were têkbirin.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal destnîşan kir ku divê di 1'ê Mijdarê de AKP were têkbirin.
Li Fransayê, Navendên Civaka Demokratîk ên Evry û Melû, tevî Komeleya Elewiyan a Sînemîlî, bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal civîneke gel a hevpar lidar xistin.
Kartal di axaftina xwe ya li civînê de ragihandin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tifaqa Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk re AKP hatiye têkbirin û diyar kir ku divê civak di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bêhtir bi hestyarî tevbigere û AKP'ê bi temamî têk bibe, HDP'ê jî bi pêşve bibe.
'DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN'
Kartal da xuyakirin ku takekes û civaka demokratîk bi avakirina neteweya demokratîk pêkane û got, "Pêwîste em xwe bigihînin tevahiya civakê û bi fedekarî û ruhê seferberiyê beşdarî xebatê bibin."
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.