Endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê li ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li girtîgehan de civînek lidar xistin. Komîsyonê diyar kir ku ewlehiya jiyana girtiyan nîne û xeterî heye, agahiyên nebaş ji girtîgehan bên.
Endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û astengiya daxwaza parlamenteran a ji bo lêkolîna li girtîgehan, li Navenda Giştî civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê endamên komîsyonê parlamenter Meral Daniş Beştaş, Ertûgrûl Kurkçu, Bûrcû Çelîk Ozkan û Berdan Ozturk amade bûn.
Di civînê de ewil Beştaş axivî û diyar kir ku di rewşên şer de herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan tên jiyîn û di demên dawî de jî binpêkirinên mafên mirovan li girtîgeha gelek zêde bûn.
Beştaş anî ziman ku demek dirêje ji bo li girtîgehan lêkolînan bikin serî li Wezareta Edaletê dane lê ti bersiv wernegirtine û got: "Ev bi awayekî vekirî helwestekî kêfî ye. Li girtîgehan ji wekîlên gel çi tên veşartin? Kîjan binpêkirinên mafên mirovan ji me tên veşartin? Em ê di demek kin de vê çareser bikin."
Beştaş sirgûnên di demên dawî de li girtîgehan pêktên nirxand û got bi taybet ji girtîgehên Kurdistanê girtiyan sirgûnî rojeva dikin û bi van sirgûnan girtî rastî îşkence, şîdet û gefan tên. Beştaş da zanîn ku girtîgehên Kurdistanê ji bo girtinên nû tên valakirin û tu ewlehiya jiyana girtiyên tên sirgûnkirin tineye.
Beştaş bilêv kir ku hevşaredarên Surê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût piştî hatin girtin sirgûnî Kirikkale û Sîncanê hatin kirin û wiha got: "Di salên 90'î de jî ewqas binpêkirinên mafên mirovan nedihatin jiyîn."
'DIVÊ GIRTÎ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN'
Beştaş wiha binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên rêz kirin: "Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî kêfî û bi rêk û pêk binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Ev yek jî perçeyekî konsepta şer e. Divê neyê jibîrkirin îşkenceyên herî mezin li girtîgehan pêk tên. Li girtîgeha Amedê gelek mirin çêbûn. Divê girtî bi tenê neyên hiştin."
Beştaş destnîşan kir ku li 92 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de 600 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Beştaş ragihand ku astengkirina wekîlan a hevdîtina bi girtiyan re gelek bi guman e û pêkanînên li girtîgehan pêk tên di demên darbeyan de pêk tên.
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî diyar kir ku di pêvjaoya pevçûn û şer dijwar bûyî de "hiqûq dijminahiyê" ketiye dewreyê û wiha got: "Li girtîgehan hiqûq înfaza dijminahiyê tê bikaranîn. Ev yekê jî bi şerê pêk tê re eleqedar e. Ziyaretên wekîlan ên li girtîgehan pêk bînin girêdayî wezîr bin ev di pergalên darbeyan de hene." Kurkçu da zanîn ku dibe rojên pêk de ji girtîgehan agahiyên nebaş bên.