Li hemberî Qereqola Polîsan a li navenda Dêrsimê ya bi navê "Şehît Nahît Bûlût" gerîlayan êrîşek pêk anîn.
Li dû êrîşa bi roketan û çekên giran, polîsên ji qereqolê derketin, li navenda bajêr gule li derdorê reşandin.
Şer û pevçûnên li navenda bajêr dewam dikin. Li gorî agahiyên destpêkê di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye, gerîlayek jî birîndar bûye.
Rêvebera ESP'ê ya bajêr Munevver Îltemûr da xuyakirin ku şerê li navenda bajêr hînê dewam dike û dengê çekan qut nebûye. Îltemûr diyar kir ku leşker li derdora bajêr tên civandin û leşker li jorê bajêr derketine operasyonê.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku ji ber gulereşandina polîsan a li derdorê jineke sivîl jiyana xwe ji dest daye. Navê jinê nehat hînbûn. Hat ragihandin ku di bûyeran de birîndar jî hene. Li gorî agahiyan, yên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Tê gotin ku polîs li nava kolanan digerin û guleyan li gel direşînin.
Tevî Hevşaredara Dêrsimê Nûrhaya Altûn sekna gelek kesan a li Kolana Cûmhûriyetê dewam dike. Di navbera polîs û gel de car carna tengezarî derdikeve.
Li gelek tax û kolanên bajêr polîs û tîmên taybet hatin bicihkirin. Ketin û derketina bajêr hat qedexekirin.