Operasyonên qirkirina siyasî: 21 binçavkirin, 1 girtin
Li Erzîrom, Êlih û Colemêrgê zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin, li Wanê jî kesek hat girtin.
Li Erzîrom, Êlih û Colemêrgê zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin, li Wanê jî kesek hat girtin.
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin.
ERZÎROM
Li navçeya Erzîrom Qereçobanê, polîsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Kirimkaya, Kopal, Hacilar, Erhanlar, Sarivelî û Bînpinarê. Di serdegirtinên ku polîsan derî û paceyê malan şikandin de, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Ekrem Ûgraş, endamên meclîsa şaredariyê Fettah Kuçukkaya, Kazim Erhan, Hafît Keklîk, Ekrem Çîmtîmûr û Niyazî Înce, rêveberên DBP'ê yên Navçeyê Mûrat Guneş, Şemsettîn Yavaş, Beşîr Erhan, Fesîh Polat, her wiha Mahmût Polat û Erdogan Sari hatin binçavkirin.
ÊLIH
Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Êlihê Hîkmet Yeşîlçîmen ê ji bo çûyîna Enqereyê berê xwe dabû Balafirgeha Amedê, di dema kontrola nasnameyê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Polîsan Yeşîlçîmen birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
COLEMÊRG
Polîsan li taxên Baglar, Bîçer û Pehlîvan ên Colemêrgê avêtins er malan. Di serdegirtina ku deriyên malan hatin şikandin de Yûsûf Denîz, Bulent Dûman, Cuneyt Dûman, Yilmaz Tekîn, Serhat Dorak, Tûran Kaya, Vedat Aydin û zarokekî bi navê H.O. (17) hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. Kesê bi navê Selîm Dayan ê polîsan avêtin ser mala wî diyar kir ku polîsan çek lê kişandine û sixêfên giran li wî kirine.
WAN
Li navçeya Wan Artemêtanê, di nuqteyeke kontrolê ya li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê de polîsan welatiyên bi navê Zekî Çîçek, Nacî Teke û Faysal Tarkan girtin û piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr ew derketin pêşberî dozgeriyê. Dadgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" xwest bê girtin û radestî dadgehê kir. Dadgehê jî ji 3 kesan Tarkan bi vê îdîayê girt û şand Girtîgeha Tîpa M a Wanê.