Malpera DÎHA'yê cara 10. a hat girtin

Serokatiya Ragihandinê ya Telekomîkasyon (TÎB) a 9 caran malpera DÎHA'yê girt, danê vê sibehê navnîşana www.dihahaber.info jî girt.

Bi şerê taybet a ji hêla AKP'ê ve hatiye destpêkirin re qedexekirina çapemeniya azad jî destpê kir. Li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Karê Ewlehiyê ya Serokwezaretiyê ji hêla TÎB'e ve malperên DÎHA'yê tên girtin. TÎB bi dorê malperên DÎHA'yê www.diclehaber.com, www.diclehaber.com.tr, wwww.dihanews.net, www.dihanews.com, www.diclenews.com, www.diclenews.org, www.diclehaber.info, www.diclenews.info û www.dihanews.info girtin. Piştî girtina van malperan di seatên serê sibehê de malpera www.dihahaber.info jî girt. Bi girtina vê malperê re malperên DÎHA'yê yên heta niha hatine girtin derket 10'an.

DÎHA tevî girtina malperan jî bi dirûşma "Ji rastiya tu demê tawîz nayê dayîn" weşana xwe bênavber didomîne.