Malbata Sarisuluk li dijî berdana polîsê kujer Şahbaz derket
Malbata Ethem Sarisuluk li dijî berdana polîsê kujer Ahmet Şahbaz derket.
Malbata Ethem Sarisuluk li dijî berdana polîsê kujer Ahmet Şahbaz derket.
Der heqê polîsê kujer Ahmet Şahbaz ê di dema Berxwedana Gezî de Ethem Sarisuluk qetil kir de, 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara berdanê da. Parêzerê Malbata Sarisuluk Kazim Bayraktar li dijî vê biryarê derket. Di daxwaznameya dijderketinê ya ji 7. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat şandin de hat bibîrxistin, ku bi hukmê misoger ê 5. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind a 31'ê Tebaxa 2015'an re, erk û wezîfeya darizandinê ya 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi misogerî ji holê rabûye.
'DADGEHÊ WEZÎFEYA XWE JI BO NEBAŞIYÊ BI KAR ANÎ'
Di daxwaznameya dijderketinê de hat destnîşankirin ku heyeta dadgehê wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye û hat gotin, "Em dixwazin îtirazên me yên li hemberî biryara 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li ser berdana bersûcê girtî Ahmet Şahbaz bê rakirin, biryara berdanê were betalkirin û biryara girtina bersûc were dayîn."