Li Kopê polîsan êrîşî taxa Şehîtlîkê kirin
Li navçeya Mûş Kopê, piştî îlana "xwerêveberiyê", di navbera polîsên hewl dan bikevin nava taxa Şehîtlîkê û ciwanan de heta nîvê şevê pevçûn qewimî.
Li navçeya Mûş Kopê, piştî îlana "xwerêveberiyê", di navbera polîsên hewl dan bikevin nava taxa Şehîtlîkê û ciwanan de heta nîvê şevê pevçûn qewimî.
Li navçeya Mûş Kopê, piştî îlana "xwerêveberiyê", ciwanên li taxa Şehîtlîkê nobed digirtin, ji ber êrîşa polîsan a li hemberî taxê neçar man bersivê bidin.
Di pevçûna li vê derê polîsên Tirk gaza îsotê, ava şid û car carna çeka rastî bi kar anîn. Ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan nehiştin polîs bikevin nava taxa wan.
Pevçûna ku heta nîvê şevê dewam kir, bi vekişîna polîsan bi dawî bû.