ROJEVA 23'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Li Amedê wê Civîna Jinan a Rêveberiyên Xwecihî pêk were.

Li ser encamên civîna Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê ku doh pêk hat, wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Têkoşîn Cûdî anî ziman ku PKK ruhek e û ti carî naqede. Têkoşîn Cûdî got, "Weke milîtanên Rêber Apo em ê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan têkoşîna xwe dewam bikin."

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Cemal Amed got, "Bi têkoşîna 52 salan re destpêkirina pêvajoyeke nû, yekkirina rastiya gel û Rêbertî bi şoreşeke herêmî re esas e."

Yek ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Gulçîn Gever diyar kir ku pêngava bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir hêviyeke nû ye û got, "Pîvanên PKK'ê wê têkoşîna me ya ji niha û pê ve jî diyar bike."

Mihemed Xan ku 40 salên xwe da Têkoşîna Azadiyê, ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, "Gelekî dilnizm, bi feraset û hevrêyekî germ bû." Ji bo Riza Altûn jî got, "Hevrêyekî gelekî hêja bû."

Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût anî ziman ku çavkaniyên ji bo hilberîna çekan û F-35'an dihatin veqetandin, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê dikarin bêne bikaranîn.