Zarokên li Girtîgeha Sîncanê tên darizandin

4'emîn rûniştina doza zarokên li Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Sîncanê ku rastî îşkenceyê hatin, hat dîtin. Zarok dîsa serbest nehatin berdan.

4'emîn rûniştina doza zarokên li Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Sîncanê ku rastî îşkenceyê hatin, hat dîtin. Zarok dîsa serbest nehatin berdan.

4'emîn rûniştina doza 11 zarokên li Girtîgeha Girtî ya Ciwan û Zarokan a Sincanê ya Enqereyê, li 1'emîn Dadgeha Zarokan a Edliyeya Rojava a Sîncanê pêk hat. Di rûniştinê de parêzer amade bûn.

Zarokê bi navê K.Ş, yê li Karabukê girtiye, bi rêya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. K. Ş., diyar kir ku niha li odeya wan pergala SEGBÎS'ê heye û ji ber xwe di bin zextan de dibîne naxwaze îfade bide. K.Ş. xwest derkeve pêşberî dadgehê û îfadeyê bide. Lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Piştre parêzer Dilan Coşkun, anî ziman ku zarok ji aliyê peywirdarên parastina zarokan ve rastî îşkence û lêdanê hatine. Parêzer jî xwest zarok di hizûra dadger de îfade bidin.

Dadgehê hemû daxwaz red kirin

Prz. Senen Doganoglu jî anî ziman ku li hemberî zarokan îşkence heye û xwest zarokên girtî serbest bên berdan. Lê heyeta dadgehê hemû daxwaz red kirin û doz taloqî 25'ê Kanûnê kir.