'Şer bi mirovan tê kirin; neçin leşkeriyê'

Ercan Jan Aktaş ê çûyîna leşkeriyê red kir, ku reda wijdanî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de mafekî mirovan ê gerdûnî ye, ev bang kir; "Şer bi mirovan tê kirin, neçin."

Aktaş anî ziman ku reda wijdanî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de weke mafekî gerdûnî hatiye qebûlkirin û diyar kir ku ew ê îro, sibe bi beşdariya navneteweyî li Stenbolê Sempozyûma Reda Wijdanî lidar bixin û di roja dawî de jî redên wijdanî aşkera bikin. Aktaş bang li kesên dixwazin çûyîna leşkeriyê red bikin jî kir, ji bo destekê bidin kampanya wan.

Zanistê Civakî û Endamê Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Reda Wijdanî Ercan Jan Aktaş di sala 2005'an de li Îzmîrê reda wijdanî aşkera kir. Aktaş ji wê rojê ve ji bo reda wijdanî, li dijî şer têkoşîna antî mîlîtarîst meşand. Aktaş asta hiqûqî ya reda wijdanî, pêwîstiya bi vî mafî û kampanya xwe ji ANF'ê re nirxand.

Aktaş da xuyakirin ku reda wijdanî, ji ber tercîhên exlaqî, baweriya olî û nêrînên polîtîk neçûna mirovan ji bo ximzeta leşkeriya ji neçarî ye û got, "Li welatên Konseya Ewropayê yên leşkeriya ji neçarî lê heye, qanûna reda wijdanî jî heye. Di nava 47 welatên Konseya Ewropayê de yekane welatê ku qanûna reda wijdanî lê nîne, Tirkiye ye. Bi vî rengî Tirkiye bi nenaskirina mafê reda wijdanî re li dijî qanûnên navneteweyî li ber xwe dide. Ji ber sedemên wijdanî yan jî olî neçûna leşkeriyê, di çarçoveya qanûnên navneteweyî de mafekî azadiya wijdan û olê ye."

'MAFEKÎ GERDÛNÎ YE'

Aktaş da zanîn ku mafê reda wijdanî di çarçoveya qanûên navneteweyî de weke mafekî mirovan ê gerdûnî tê qebûlkirin û destnîşan kir ku mafê reda wijdanî ji aliyê azadiya ol û wijdanê ya Peymana Mafên Siyasî û Medenî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, hatiye ewlekirin. Aktaş got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cara yekemîn pêkanîna xwe ya di vî warî de di sala 2011'an de di doza Bayatyan Ermenîstan de nîşan da û dûre di serlêdanên reda wijdanî yên ji Tirkiyeyê de ev yek dubare kir û Tirkiye di 4 dozên cuda de ji aliyê azadiya wijdan û ol ve mehkûm kir. Dema mirov mafê 'azadiya ol û wijdanê' di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de dinirxînin, hingî tê dîtin ku leşkeriya ji neçarî li dijî Destûra Bingehîn e."

'JI LEŞKERIYÊ BIREVIN'

Aktaş anî ziman ku îro careke din rewşa şer der bûye û her tim banga 'neçin leşkeriyê' dikin. Aktaş got, "Ji leşkeriyê birevin" û wiha axivî: "Ji bo desthilatdariya mutleq a şexsekî mirov dimirin. Banga mirovên weke me yên li dijî şer têdikoşin, bersiva xwe dibîne. Ji her demê bêhtir mirov, leşker xwe digihînin me. Ji me re dibêjin 'Ez êdî naxwazim leşkeriyê dewam bikim', 'ez reviyam', 'kurê min wê bibe redkarê wijdanî, divê em çi bikin' û bi vî rengî xwe gihaştin me.

'ŞER JI ALIYÊ MIROVAN VE TÊ MEŞANDIN; NEÇIN'

Ez bangên me careke din dubare dikim; ev şer ne şerê me ye, ev şer şerê ji bo desthilatdariya muqlet a Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê ye. Nebin hevparê vî kerî. Beriya her tiştî ji ciwanên Kurd û Elewî re dibêjim; di nava Hêzên Çekdar ên Tirk de çi karê we heye? Li ser maseya Artêşa Tirk de her tim planên qetilkirina we/me heye. Herî dawî li Pirsûsê bi komkujiyeke hovane re 33 hevrêyên me ji me stendin. Du ji van hevrêyên me leşkerî red kiribûn. Hînê me şîna xwe negirt, dest bi operasyonan kirin û komkujî dewam kirin."

Aktaş da xuyakirin ku êdî mirov vî şerî naxwazin û got, "Ji feryadên cenazeyên leşkeran em dibihîzein: 'Ji Tayyîp re bêjin bila Bîlal bişîne leşkeriyê. Bila Xwedê mala wî bişewitîne. Zarokên feqîran dişîne. Kurê me ji ber bêxwedî bû hat kuştin. Êdî bes e. Ji bo Xwedê rijandina vê xwînê bisekinînin. Bila êdî aştî were. We mala milet şewitandin. Êdî bes e we gelek xwîn rijandin'. Ji van hemû gotinan em hêzê digirin û careke din dibêjin; şer ji aliyê mirovan ve tê meşandin, neçin leşkeriyê."

'DI 6'Ê ÎLONÊ DE REDA XWE YA WIJDANÎ AŞKERA BIKIN'

Aktaş diyar kir ku di roja dawî ya Sempozyûma Reda Wijdanî ya 5-6'ê Îlonê ya li Stenbolê de ew ê di 6'ê Îlonê de reda wijdanî aşkera bikin û got, "Çalakî wê li Meydana Galatasarayê pêk were. Yên dixwazin reda xwe ya wijdanî aşkera bike, divê di dema herî kurt de xwe bigînin me."